TAJÊ: Êşa jinên êzidî di dilê xwe de hîs dikir 2018-08-17 11:16:58   ŞEMGAL - TAJÊ daxuyaniyeke nivîskî da û bomberdûmana bi balafirên şer a li ser Şengalê ya ji aliyê dewleta tirk û şehîdkirina Îsmaîl Ozden (Mam Zekî Şengalî ) şermezar kir û got ku hevrê Zekî êşa jinên şengalê di dilê xwe de hîs dikir.    Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşnad bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li Şengalê. Tajê di daxuyaniya xwe de êrîşên delwta tirk û şehîdkirina Îsmaîl Ozden ( Zekî Şengalî) şermezar kir û wiha got: "Hevrê û şoreşgerê civaka êzidî Mam Zekî Şengalî roja 15 ê Tebaxê di encama êrîşa bi plan a dewleta tirk de şehîd bû. Em di serî de wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) vê êrîşa hovane û namerdane şermezar dikin. Her wiha sersaxiyê di serî de ji malbata Hevrê Zekî û tevahiya civaka me ya êzidiyan û Gelê Kurd re dixwazin."    TAJÊ di dirêjiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîn û berxwedana Zekî Şengalî û wiha berdewam kir: "Dildar û dilsozê civaka êzidiyan, hevrê Zekî Şengalî di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi zanebûna erka xwe ya dîrokî salên dirêj xizmeta şoreşa azadiya Gele Kurd kir. Di rêwitiya xwe ya 40 salan a têkoşînê de bi kesayeta xwe ya dilnizim di dilê her kesî de navê xwe kola. Ji Batmanê heta metrepolên Tirkiyê ji wir heta welatên xerîbiyê û heta bi çiyayên azad, rojek ji xwe re seknek ji rêzê nepejirand û bê du dilî ji hêviyên gelê xwe re bû bersiv. Hesret û hezkirina wî ya ji welat re bû sedem ku her dem berê wî li çiyan be. Ji ber di wê baweriyê de bû ku welatparêziya herî rast ew e ku li ser xaka xwe têkoşîna azadiyê bidomîne û wisa jî kir. Li cem wî bi taybet wek ferdek civaka êzidî wateya xakê û girêdani bi wê re gelekî li pêş bû. Ji ber tama tal a ferman û komkujiyan û koçberiyê kiribû. Bi wan hestên nîvcomayî berê xwe dabû welatên Ewrûpa û ji neçarî li wir mabû, ji bo wê xak jê re ya herî pîroz bû."   Hevrêyê herî nêz bû   TAJÊ bi daxuyaniya xwe girêdana Zekî Şengalî ya bi gelê şengalê re jî bi bîr xist û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: Zekî Şengalî Êşa Fermana 3 ê Tebaxa 2014 an ji hinavê ve birîndar kiribû. Şoreşgertiya wî ya bi exalq û girêdana wî ya bi xakê re nedihişt ku jixwe re bisekine û tenê ji dûr ve li vê karesatê temaşe bike. Berê xwe da Şengalê di rojên destpêka Fermanê de. Rêwitiya wî ya ber bi Şengalê gelekî dişbiya rêwitiya Derwêşê Evdî ya ji bo serkeftinê. Ji bo carekedin civaka êzidî nebe şahidê fermanek din, hemû kêliyên jiyana xwe, her wext û dema xwe ji bihêzkirina civaka êzidî re veqtand.  Ji zarokên Şengalê bigire heta kal û pîran ji hemûyan re hevrêyekî herî nêz bû."   Êşa jinên êzidî di dîlê xwe de hîs kir   Di daxuyaniyê de hevrêtiya Mam Zekî Şengalî ya bi jinê re jî hat bibîrxistin û ev tişt hat gotin: "Me hevaltiya Mam Zekî Şengalî ya bi jinê re di sekna wî ya li beramber hişmendiya mêrên zalim ên serdemê ku bi hezaran jinên êzidî revandin û qetil kirin,  bi zelalî dît. Ji ber kûrbûna wî ya di felsefeya azadiyê de, di têkoşîna xwe de jî hevaltiya bi jinê re wek pîvana xwe ya herî esasî didît û li gor wê jî jiya. Hezkirin û hurmeta wî ya ji jinê re hêşt ku hewl bide êşa jinên êzidî nas bike û bibe fedayiyê vê rêka pîroz."   Derwêşê evîndarê xaka xwe   TAJÊ di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser kesayeta Mam Zekî Şengalî û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Mam Zekî Şengalî sembola mêrê xwedî pîvanên azadiyê ku di oxira jiyana azad de canê xwe feda kir. Ew Derwêşê evîndarê xaka xwe bû ku di bin her şert û mercan de dest ji pîvanên xwe yên azadiyê bernedida û berneda. Em wek TAJÊ carekedin soz û peymana xwe ya bi hevrê Zekî re dubare dikin. Em ê xeyalên wî bi avakirina Êzdîxanek azad pêk bînin. Carekedin hêzên paşverû, noker û faşîst ku dijminê jinê, mirovahî û xwezayê ne, şermezar êdikin û em soz didin ku em ê tola Zekiyan li erdê nehêlin. Em soz didin ku kesên di vê êrîşê de cîhê xwe girtine û hevkarîya wê kirine wê bedelê giran bidin. We li baramberî vê xeta îxanetê çewa ku hevrê yê me Zekî ji bona yekîtîyê berxwe da her dem emê jî vê yekîtîyê mîsoger bikin."