Komîteya Sulhê pirsgirêkên hemû jinan çareser dike! 2018-08-17 09:06:17   Dîlber Mihemed   SERÊKANIYÊ-Şêxa Mehmûd li hemberî zincîra kevneşopiyan disekine, tevlî xebatên beşa Komîteya Sulhê di mala jinê ya bajarê Serêkaniyê dibe.   Jin heyanî niha di tevahiya civakan de ji ber zîhniyeta baviksalar a dagirker gelek zor û zehmetiyan dijîn. Çîqasî di nav civakê  de wekhevî di navbera jin û mêr de tune be jî lê dîsa piştî Şoreşa Rojava jinê xwe zêdetir bi rêxistin kir û cihekî girîng di nav saziyan de girt. Şêxa Mehmûd yek ji jinê ku piştî Şoreşa Rojava cihê xwe di nava rêveberiyê de di  mala jinê de ya Bajarê Serêkaniyê de girtiye ye. Şêxa diyar kir ku avakirina Komîteya Sulhê girîngiyeke wê ya mezin di nav civakê de heye û bi taybet jî ji bo jinê."   `avakirina Komîteya Sulhê bû weke sende`   Şêxa Mehmûd derbarê kar û xebata xwe ya Komîteya Sulhî de wiha got:¨Karê me di Komîteya Sulhê de tê wateya çareserkirina gelek pirsgirêkan. Em li vir hemû pirsgirêkên jinan ji pevçûnên malbatî, pevçûna cîrantî bigire heta bi li ser  du zewaciyê disekinin û ji bo ku ev pirsgirêk dernekevin dibin çareserî. Pirsgirkêa tundiya li ser jinê ku ji hêla mêrve tê kirin û zewaca di temenê biçûk de çareser dikin.  Ji ber ku di cavekê de bi çavekÎ biçûk li jinê tê nerîn, avakirina Komîteya Sulhê bû weke senede ji hemû jinan re."   'Bi taybet ji bo jinên ereb em dibin hêvî'   Şêxayê, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku avakirina Komîteya Sulhê girîngiyeke wê ya mezin heye ji bo jinê û bi taybetî jî ji bo jinên ereb,wiha got: "Heta niha jî gelek jin zehmetiyan ji hêla mêr ve dikşînin û bi taybetî jî jinên pêkhateyên ereb. Ji ber ku berî bi demekê jî em li rastî mêrekî ereb hatin, daxwaza wî ya zewaca duyemîn hebû. Em çûn ziyareta wan û jinê naskir ku komîteya sulhê ji  bo çareserkirina mijarên bi vî awayî ye  gelkî kêfxweş bû û em  weke senedeyekê  ji xwe re dîtin."   Şêxa yê di dawiya gotinên xwe de bang li hemû jinan kir ku  ji bo hemû pirsgirêkên xwe berê xwe bidin Komîteya Sulhê û pirsgirêkên xwe bi mala jinê re parve bikin