'Li Pirsûsê qetil kirin li Geverê bîranînên wan şewitandin' 2018-08-17 09:01:59   Zeynp Durgut   COLEMÊRG-Di dema qedexeyan de bîranînên ku ji kurê dayika Kudret dimînin, aliyê hêzên dewletê ve tên şewitandin û kezeba Dayika Kudret  dubara li gel bîranînên kurê wê dişewitîne.     Di sala 2016'an de li Gever, Sur, Nisêbîn û Cîzreyê Gelê Kurd Xweseriya Demokratîk îlan kir. Piştî îlanê ji aliyê dewletê ve qedexeye derketina derve li navçeya Geverê  hat îlankirin. Di dema qedexeyan de pevçûnên dijwar qewîmin û navçe ji aliyê hêzên dewletê ve  hat topbarankirin, mal hatin şewitandin û hilweşandin. Di dema qedexeyan de  gelek kes ji aliyê hêzên dewletê ve  hatin qetilkirin. Dayika Suleyman Aksu Kudret Aksu qedexe û bîranînên ku  ji kurê wê ji bo wê man çawa ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn şewitandin vegot.    'Bi topbarankirinê gel bi zorê  ji Geverê derxistin'   Kurê Dayika Kudret Suleyman Aksu di sala 2015'an de di  komkujiya li Pirsûsê  de jiyan xwe ji dest dide. Li gel ku şîna ji bo Suleymal  li malê berdewam dikir dewlet li navçeyê qedexeya derketina derve îlan kir û navçe topebaran û gule baran kir.  Dayika Kudret pêxwas û bi derfetên herî kêm ji malê derdikeve û xwe rizgar dike. Dayika Kudret ew roj û dema qedexeyê wiha vegot:" Kurê min di sala 2015'an de di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Di ser şehîdbûna kurê min re heftiyek derbas bibû û piştre  qedexe hat îlankirin. Dewletê  dest bi hilweşandinê kir li Geverê. Ez ji bi mecbûrî derketim. Em derbasî Colemêrgê bûn. Di televîzyonan de me Gever dît. Erê zilm hebû, lê li hemberî vê zilmê deng û têkoşîn jî hebû.  Zilma ku di dîrokê de nehatibû dîtin dewletê li ser gelê Geverê pêk anî. Herkes di malên xwe de bû. Bi topbarankirinê gel bi zorê derxistin. Ji me re tenê yek vebijarkek hiştin, yan tu yê bimirî yan jî tu yê derbikevî. Gel bi mirin û qetilkirinê re rû bi rû ma.  Gelek mirovên sîvîl qetil kirin û behna mirinê li navçeyê  belav bibû. Cenazeyên jinan hatin teşhîrkirin û malên me bi zanebûn hatin şewitandin. "   'Bila tenê parçeyek kincê wî hiştibûna'    Dayika Kudret anî ziman ku b qasî zilma dewletê têkoşînek bêhempa jî hebû û wiha berdewam kir;"Di dema qedexeyan de  cîhanê tev rûyê dewleta tirk dît. Lê mixabin li hemberî komkujiyê hemû cîhan bêdeng bû û kor bibû. Gelek ciwan hatin qetilkirin. Gava ku qedexe rakirin  em hatîn Geverê. Kevir li ser kevir nema bû.  Xaniyê  me  kurê min Silêman  çêkirî bû. Bi bîranînên kurê min tij  bû. Lê wêne, kompîtûr, pirtûk û cilên ku bêhna Silêmanê min jê dihatin hatibûn şewitandin. Ji kurê min ew bîranîn ji bo min mabûn û ew jî şewitandibûn. Ez ji bo ku dîsa cilên kurê xwe bêhn bikim hatim Geverê. Lê bîranînên kurê min şewitandin bûn. Min tenê dixwast ku perçeyek kincên kurê min hiştibana  ku min bi bêhnkirina cilên kurê xwe sebra xwe binanîna. Hem kurê min kuştin hem jî mala ku kurê min çêkiribû û bîranînên kurê min şewitandin. Birîna min pir kur e.   Li gel şewitandina  bîranînên kurê min  kezaba min jî  şewitandibûn. Ez her rojê du caran diçim ser goristana kurê xwe bêhna min wisa derdikeve. Me bi çavên xwe pir zilm, zordarî û îşkence dît. Min koçberî dît, min şewat dît lê ez wê zilma ku li Geverê mindît û qetilkirina kurê xwe  ji bîr nakim.    'Kezeba min şewitî bila ya tu kesên din neşewite'   Dayika Kudret di dawiya axiftina xwe de bilêv kir ku bila kezeba tu dayikan neşewite û got ku hêza dayikan heye ku aşitiyê pêk bînin û  wiha domand:"Piştî qedexeyan kurekî min girtin. Ev sê sal e di girtîgehê de ye. Kezeba min şewitiye ez naxwazim ku kezeba tu kesî bişewite. Ez dixwazim aşitî pêk bê. Deriyê girtîgehan vebe û êdî dilê tu dayikan neşewite. Zarokê min hatiye qetilkirin, bila yên tu dayikên din neyê kuştin. "