ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-17 09:00:00   *Mukaddes Aslan diyar kir ku yên herî zêde ji krîza aborî bi bandor dibin jin in û got: “4 sal berê 10 lîra têrî manav dikir. Salek berê jî 40 TL têr dikir. Îsal 100 TL têr nake. Bi taybet ev 10 roj e her tişt buha bûye.” BI DÎMEN   *Di dema qedexeyan de bîranînên ku ji kurê dayika Kudret dimînin, aliyê hêzên dewletê ve tên şewitandin û kezeba Dayika Kudret  dubara li gel bîranînên kurê wê dişewitîne.  BI DÎMEN   *Dayika bi nave Sûriya Şakir a ku  bi firotina cil û bergan derbara xwe dike, diyar kir ku keda jinê ji bo hemû civakê girîng e û bang li hemû jinan kir ku di nava qada kar  de cihê xwe bigirin.   *Şêxa Mehmûd li hemberî zincîra kevneşopiyan disekine, tevlî xebatên beşa Komîteya Sulhê di mala jinê ya bajarê Serêkaniyê dibe.   *Di Konferansa Maclîsa Malbatên Şehîdan de ya ku bi dirûşma”Meşa li ser şopên Şehîdan misogeriya rizgarkirin Efrînê ye”bi beşadarbûna 400 delegan hat li darxistin malbatên Şehîdan diyar kirin ku şehîd doz û hebûna wan in û ji bo hildana tola Şehîdên  ew ê tekoşîna azadiyê bilind bikin.”   *Aborînas Guneş Gumuş diyar kir ku desthilatdarî ji bo di hilbijartinên herêmî de encamê bigire wê aboriyê zindî bigire û got: “AKP heta hilbijartinên herêmî wê bêje em deyn naxwazin. Lê piştî hilbijartinên herêmî wê bi IMF’ê re li hev bike û ji bo bar bide ser milê xizan û gel wê reçeta bi êş pêk bîne. Di mehên pêşketî de girêdayî îflasên şîrketan wê ji kar derxistin pêk bên.   * Li ser riya Qelqeliyê li qada ku mêrg e ev 40 sal e ku gelaş tê valakirin û ev jî di serî de li zarokan li ser hemû zindiyan  bandorek mezin dike. Rêveberê DBP’ê jî diyar kirin ku beriya qeyûm ji bo gelaş bê rakirin serî li Wezareta Çandiniyê dane û serlêdan hatiye redkirin. BI DÎMEN   *Gonul Yalçin destnîşan kir ku di cejna qurbanê de sewal bi awayekî komî tên qetilkirin û hestiyê sewalên mirî boyax dike û ji nû ve wan  zindî dike. BI DÎMEN   *Şênîyên Şengalê derbarê êrîşa balafirên şer ku ji hêla dewleta Tirk û hevkarên wê Iraqê ve li Şengalê li Gelîyê Şîlo pêk hat de nerazîbûn nîşan dan û nêrîna xwe anîn ziman.