'Wê ev kongire bibe cihê çareseriya pirisgirêkên tevahî jinan' 2018-08-16 18:33:57   Rûken Goman    GIRKELEGE - Beşdarvanên jin  ku tevli  kongreya Star a 7'emîn bûn diyar kirin ku ev kongre wê bibe cihê çareseriya pirisgirêkên tevahî jinan û gotin ku ew ê jin  tekoşîna xwe bilind bikin heya ku tevahî jinên cîhanê azad bikin.   Di Kongreya 7'emîn a Kongreya Star de ya  ku li Bajarokê Rimêlanê dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin" hat li darxistin de jinên beşdarvan nêrînên xwe anîn ziman û dan zanîn ku  kombûna ewqas jin di kongireke wiha de serkeftinek dîrokî ye.    'Bi rihê jina azad wê  ev kongre bi ser keve'    Hevseroka Herêma Cizîrê Hîva Erbo ya ku di kongreyê de axivî wiha got "Ev Kongire xwedî girîngiyeke taybet e. Ji ber rewşa ku Sûriyê îro tê de dijî hesasiyet û xeteriyên ku hene bi sedan jin hatine gel hev û şêwazê rêxistina xwe nîqaş dikin.  Ji xwe cûdahiya vê kongreyê ji kongireyên din heye. Bi serkeftinên ku hatin bidestxistin gelek herêm hatin rizgarkirin. Bi rizgarkirinê re gelek jinên ji neteweyên din jî tevli kongreyê û îro  ew jî wekî jinên xwedî biryar vê kongreyê mayinde dikin.  Bi teybet jî wek jinên bakurê Sûriyê.  Em bawe rin ku em ê biryarên mezin ji bo bilindkirina têkoşîna jinan bigrin. Ji ber ku gelek mijarên ku tên nîqaşkirin hene di vê kongirê de. Ji bo wê jî em bang li  tevahî jinan dikin ku xwedî li rêxistina xwe derkevin."   Ev kongre dê bibe cihê çareseriya pirsgirêkên tevahî jinan    Endama koordînasyona jinên Efrinê Eyişa Xeznê jî wiha axivî "Em vê kongireyê li tevahî jinên cîhanê û Rêberê gelan pîroz dikin. Rêberê  me girîngiya xebata jin û hêza wê  derxist hole. Ev kongire wê bibe cihê çareseriya tevahî pirsgirêkên ku jin dijîn. Biryarên baş dê werin derxistin em ê wekê Kongireya Star xwe bighînin tevahî jinên ku heya niha di bin zilmê de  dijîn.    Li ser vî esasî ji bo em hîn bêhtir tevgera xwe xurt bikin em ê tekoşîna xwe di milê şerê zihniyetê de bilind bikin heya em jin tevahî azad bibin."