Komîteya Amdekar a Mîtînga 1'ê îlonê banga tevlibûnê kir 2018-08-16 15:21:42   STENBOL - Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji bo mîtînga “1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê" ku di 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk bînin daxuyanî da û banga tevlêbûna mîtîngê kir.    Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê di 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga “1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê" pêk bînin. Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê ku HDK jî di navde heye, li Odeya Endezyarên Makîneyan a TMMOB'ê ya Taksimê civîna çapemeniyê pêk anîn. Nûner û rêveberên saziyên civakî ku di nava komîteyê de cih digirin amade bûn. Berdevkê Demî yê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê Erdal Guzel daxuyanî da.    Di daxuyaniya ku hat dayîn de  hat diyarkirin ku  pêvajoya şer tê sorkirin gelan dikin dijminên hev û ev tişt hat gotin: "Sivîl tên qetilkirin. Çanda lîncê tê pêşxistin. Îşkenceyê zêde dikin. Bajar û cih û warên jiyanê talan dikin û xera dikin. Warên dîrokî bombe dikin. Zeviyên çandiniyê, rûbar û daristan tên tunekirin."     Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku  pêkan e cîhan, herêm, welat û bajarê xwe ji felaketê rizgar bikin û  di dirêjiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Pêkan e bi tevlêbûna gelan û beşên cuda yên civak û karkeran demokrasî û edalet bê pêşxistin  û rêxistinkirin. Pêkan e ku bêyî cudakariya ziman, bawerî, reng, nijad bê kirin li ser bingeha xwişk û biratiyê jiyanek azad û aştiyane bê avakirin. Avakirina cîhanek azad û mirovî di destê me de ye. Daxwaza jiyanek wisa mafê me ye. Em bi milyon û milyaran li ser vê cîhanê dijîn. Em dibêjin, karker, cotkar, jin û hemû bindestiyên li cîhanê dikarin bi xwişk û biratiyê û di nava şewirmendiyê de bijîn. Em dikarin li dijî şer aştiyê pêş bixin. Bijî têkoşîna me ya aştî, demokrasî û azadiyê. Bijî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê."   Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: " Em ê di 2'ê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga 1'ê Îlonê pêk bînin û em bang dikin ku her kes tev li vê mîtîngê bibe.