Karkerên Sûriyeyî yên li atolyeya pêlavan jiyana xwe ji dest dan 2018-08-16 15:07:43   DÎLOK - Li Dîlokê di fabrîqeya şimik û pêlavan de şewat derket. Di şewatê de kedkarê bi navê Mahmut Maruf ê 16 salî û Hamza nasir ê 18 salî jiyana xwe ji dest dan.   Li fabrîqeya şimik û pêlavan a li herêma Sîteya Pîşesaziyê ya KUSGET'ê ya li Dîlokê şewat derket. Di şewatê de kedkarê bi navê Mahmut Maruf ê 16 salî û Hamza nasir ê 18 salî jiyana xwe ji dest dan. Sedema şewatê nehat zanîn. Piştî yekîneyên agirkujiyê mudaxale kirin di nava du saetan de şewat vemirandin. Yekîneyên agirkujiyê karkerên Sûriyeyî Hamza Nasır (18) û Mahmut Maruf ê 16 salî ji nava şewatê derxistin. Karkerê ji nava şewatê derxistin ji ber jahrîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên karkeran ji bo otopsiyê bi ambulansê rakirin Saziya Tipa Edlî.