Qetlîamên DAÎŞ'ê li Şengalê hatin şermezarkirin 2018-08-16 13:20:45   Nesrîn Hisên / Nûpelda Têkoşîn    ŞENGAL - Li Şengalê derbarê komkujiyên li Şengalê ku piştî 3'yê Tebaxê hatin kirin de ji aliyê TAJÊ û PAD'ê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û komkujî hatin şermezarkirin.      Di 3'yê Tebaxa sala 2014'an de DAÎŞ Fermana li êzidiyên kurd ên Şengalê rakir û piştî 3'yê tebexê di çarçoveya vê fermanê de li navend û gundên Şengalê yên wekî Til Izer, Siba Şex Xidir û Koço hatin kirin. Kesên ku di qirkirinê re hatin derbaskirin piraniya wan jiyana xwe ji dest dan û îro kesek nizane ku hestiyên wan jî li ku derê ne. TAJ'ê û Partiya Demoratîk û Azad a Êzidî (PADÊ) daxuyaniyek nivîskî weşandin û komkujî şermezar kirin.    Piştî ku daxuyanî hat dayîn ji bo xêra şehîdên Til Izêr, serê sibehê xwarin hat belavkirin. Piştre jî êzidiyan bi girseyî berî xwe dan Gundê Koço. êzidiyên ku berê xwe dan Gundê Koço, ji aliyê gundiyên Koço ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Pişter niştecihên gund û kesên ku ji dervê gund çûn gund çûn dibistana ku komkujî lê hatibû kirin. Li dibistanê wêneyê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn daliqandin.  Di dema temaşekrina wêneyan de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Ji aliyê rêveberên TAJÊ û PADÊ ve axaftin hatin kirin û hat diyarkirin ku heta jinek di destê DAÎŞ'ê de nemîne ew ê li ber xwe bidin.   'Civaka êzîdî bi fermanan re rûbirû maye'   Jinên ku derbar komkujiyan de axivîn jî wiha gotin: " Îro ji bo salvegera şehîdan xêr hatiye kirin em jî hatine vê derê. Li ser civaka êzîdî her ferman çêbûne. Niha jî em kombûne ku biçin Gundê Koço ,cihê ku komkujî lê pêk hatiye. Em şehîdên komkujiya Til Izer, Sîba û Koço bibîrtinînin  û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin."   Kesên qetlîam kirin wê werin darizandin   Nehla Yusuf a ku tevli bîranînê jî bû wiha axivî: "Îro em ji bo komkujiya li  Til Izer, Siba û Koço ku hatin kirin bîrbîrin li vir in. Komkujî ji aliyê dagirkerana hat kirin. Gelek  keç û xortên me kesên me hatin kuştin .Çi di be bibe em ê jin tola jinên ku hatine kuştin hildin. Kesên ku keç û xortên me qetilkirin wê erin darizandin."