Li Kobanê û Hesekê coşa 15'ê Tebaxê 2018-08-16 11:19:06   KOBANÊ/HESEKÊ - Pêngava 15'ê Tebaxê, di salvegera 34`emîn de li Kantona Kobanê û Hesekê  bi şahî û meşa bi heybet hat pîroz kirin.    Pêngava 15'ê Tebaxê, di salvegera 34`emîn de li Kantona Kobanê û Hesekê  bi şahiyên bi heybet hat pîroz kirin. Li Kantona Kobanê Bi hezaran Gelê Herêma Firatê ji Kantona Kobanê, Girê Sipî, Sirîn û gundewarên wê li qada Şehîd Egîd salvegera pêngava 15`ê Tebaxa 2018`an pîroz kir.   Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Şehîd Egîd û Şehîd Avêsta her wiha bi pankertên “Bi Rihê û berxwedaniya 15`ê Tebaxê em bi Ser dikevin” hat xemilandin. Gelan bi deqeyekê rêzgirtina ji bo pakrewanên Azadiyê  pîrozbahiya xwe da destpêkirin. Paşê li ser navê Kongreya Star ya Kobanê Letîfa Mehmûd û li ser navê  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  Adil Hecî axivîn û bal kişandin ser girîngiya Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê.  Her wiha pêngava 15`ê Tebaxê li hemû şervanên ku di çeperan de di berxwedanê de ne jî hat pîrozkirin.   Piştî axaftinan hunermendên  Navenda Çand  û Hûnerê ya Dirbêsiyê û ya Baqî Xido stranên xwe pêşkêş kirin.   Pîrozbahiya 15`ê Tebaxê ya li Kantona Kobanê bi gerandina Govend û dirûşmên “Şehîd Namirın” bi dawî bû.   Li bajarê Hesekê jî meşa pîrozbahiyê    Bi boneya salvegera 34'emîn ya pêngava 15'ê tebaxê bi pêşengtiya Kongreya Star û TEV-DEM'ê  meşekê girseyî li Kantona Hesekê hat li darxistin.   Bi hezaran gelê Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê di bin dirûşma" 15'ê Tebaxê Şoreşa vejînê ye" Meşek girseyî li darxistin. Di meşa ku ji çarxereya Sînalkoyê despê kir de ,pankartên "Em ê pergala îmraliyê hilweşînin û  bi Rêber Apo re azad bijîn, bi rihê 15'ê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin " hatin vekirin.    Meşa ku hat destpêkirin li qada Şehîd Serhed  veguherî metîngê û cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn. Hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdulah roja 15'ê Tebaxê pîrozkir û got: "Guleya yekemîn ya ku bi pêşengtiya Egîd li hemberî Faşîzma dewleta tirk berda bû bîngeha avakirina tevgerekê şoreşgerî ji bo ku mafê Gelê Kurd biparêze. 15'ê Tebaxê bû bîngeha Mîrasa hemû gelên Rojhilata navîn."    Dı dawiya şahiyê de meşvanan govend li ber starnên Şorşgerî ya Koma Serêkaniyê gerandin.