Dîroka veşarî li benda kîfşkirinê ye 2018-08-16 09:07:31   ŞIRNEX- Sûrên Fînîk yên li navçeya Basê ya Şirnexê ne dîroka wan xwe dispêre salên Hezar û 400'î  û niha li benda kîfşkirinê ne.   Sûrên Fînîk yên dîrokî yên li gundê Damlarca ya navçeya Basê ya Şirnexê ne, terkî qedera xwe hatine kirin. Dîroka Sûran xwe dispêre salên Hezar û 400 salan û bi xaniyên xwe yên şikeft û zîndanan mirovan matmayî dihêle. Ji bo Sûrên dîrokî divê bên restorekirin û ji serdana turîstan re bên vekirin.  Herêma ku ji ber ava çavkaniyê ji aliyê gel ve wek seyrangeh tê bikaranîn, peyker û nivîsên wan deman jî taybetiya xwe diparêzin.   Feqiyê Teyran li medresê ders daye   Sûrên ji kevirên xwezayî yên kalker hatine çêkirin, tevî hemû êrîşan hilneweşya ne û hinek çavkanî diyar dikin ku Feqiyê Teyran di medreseya di nav van Sûran de ders daye. Xaniyên du kat û bi baxçe heta îro teşeye xwe parastin e û heta niha tu car nehatine restorekirin. Sûr her diçin di axê de diçin xwarê û şikeftên tê de jî zirar dîtine.   Sûrên ku heta niha qet nehatine restorekirin, roj bi roj hinekî din texrîb dibin.   https://www.youtube.com/watch?v=4bDYPVrneRA&feature=youtu.be