ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-16 09:00:00   *Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê û TJA  derbarê îstîsmara li dijî zarokan jinan agahtar bikin xebatek da dest pê kirin. Pispora Pêşxistina Zarokan  Muazzez Hoşer anî ziman ku ji bo îstîsmara li dijî zarokan bê sekinandin wê xebata xwe berdewam bikin. DÎMEN HEYE   *Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê û TJA  derbarê îstîsmara li dijî zarokan jinan agahtar bikin xebatek da dest pê kirin. Pispora Pêşxistina Zarokan  Muazzez Hoşer anî ziman ku ji bo îstîsmara li dijî zarokan bê sekinandin wê xebata xwe berdewam bikin. BI DÎMEN   *Jinên bajarê Til temir a kantona Hesekê amadekariya zivistanê dikin û dibêjin: " Jina afrîner ji tinebûnê hebûnê heyî dike."   *Jinên Bajarê Serêkaniyê yên Kurd guhertina demogafiya Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin, bi tundî şermezar kirin û gotin ku ev hovîtiya dewleta tirk bê ehlaqî ye.   *Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu da zanîn ku bedela polîtîkayên neolîberal karker didin û got: “Enflasyona herî bilind a 10 salên dawî tê jiyîn. Me krîz ne afirand. Ev ne deynê karkeran e, berovajî vê çîna karkeran a Tirkiyeyê divê mafê xwe bigire.” BI DÎMEN   *Sûrên Fînîk yên li navçeya Basê ya Şirnexê ne dîroka wan xwe dispêre salên Hezar û 400'î  û niha li benda kîfşkirinê ne. BI DÎMEN   *Makbule Kumlî ya ku ev 30 sal e bi rêbazên tipa alternatîf şikestin û jicihderketinan derman dike wiha dibêje: “Hun dil bidin xweza şifaya xwe dide.” BI DÎMEN   *Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît got wê li Bakurê Sûriyeyê guherînên cidî pêk bên û got Îdlîb tê wateya fînala şerê 8 salan a Sûriyeyê û got gotina Kurdan a ‘em jî hene’ girîng e. Hamîdeyê got hevdîtinên DYA û Rûs wê encamê nedin.   *Di dema qedexeya sala 2016'an de a ku li navçeya Geverê hatibû îlankirin, gelek kes bi guleyên tîmen taybet  hatine qetilkirin. Yek ji van jî Jêhat Dogma bû. Dayika Jêhat Kiymet dogma dema qedexe û qetilkirina Jêhat vegot. BI DÎMEN