Bi rehê 15 ê tebaxê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir 2018-08-16 08:29:23   QAMIŞLO- Bi duruşmeya ”Bi rihê 15 ê Tebaxê, em ê şerê gelê şoreşgerî bilind bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn” li bajarê Qamişlo meşek girseyî hat  lidarxistin.   Bi boneya 15’ê tebaxê bi duruşmeya “Bi rihê 15 tebaxê, em ê şerê gelê şoreşgerî bilind bikin û Rêber Apo azad bikin  li Kantona Qamişoyê meş hat lidarxistin.    Meşa ku bi hezaran kes  tevli bûn  ji  Çerxerêya Osman Sebrî ya Taxa Xerbiyê  dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê ABdulah Ocalan û fermandarê Çalakiya 15’ê Tebaxê Mehsûm Korkmaz (Egîd)  hatin rakirin. Alên YPG’ê û YPJ’ê, panqartên bi nıvîsên li ser azadiya jinê û azadiya Rêberê PKK'ê Adullah  Ocalan hatibûn nıvîsanin hatin hildan. Herwih di meşê de  dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" , “Bijî berxwdana 15’ê Tebaxê” hatin berzkirin.   Meşa ku ji Çerxerêya Osman Sabrî li Taxa Xerbiyê dest pê kir li Stadyûma 12'ê Adarê veguherî mitîngê. Mîtîng bi deqeyekê rêzgirtina ji bo pakraewnên azadiyê hat destpêkirin . Axaftina yekem li se navê  Kongireya Star ji aliyê Mizgîn Mehemed ve hat kirin Mizgîn wiha got:“15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo û Şehîdên Şoreşê û gelê me yê li vir amede pîroz be. Bi hêza  15’ê Tebaxê îro em li vir bi kêfxweşî kom bûn û cejna vejînê pîroz dikin. 15’ê Tebaxê roja vejîna Gelê Kurd û Rojhilata Navîn  e. Gelê me bi saye 15’ê Tebaxê rastiya xwe nas kir. Em li ber çavên hemû Cîhanê du mehan di Afrînê de li hemberê êrîşên hov me  li berxwe da û heta niha em hin jî li berxwe didin. Bi saye roja vejînê ya roja 15 ê Tebaxê em jin îro dikarin mafê hebûn û parastina xwe bi dest bixin.”   Mîtîng bi Koma Cudî ya mûzîkê, Koma Şehîd Welat ya dîlanê û Koma Botan û Koma Çanda Şoreşê û bi gerandina govendê bi dawî bû.