Konferansa 6’emîn a Meclîsa Malbatên Şehîdan bi nîqaşan dewam dike 2018-08-15 15:10:09   ŞEHBA- Konferansa Meclisa Malabtên Şehîdan bi dirûşma "Meşa li se şopên Şehîdan misogeriya rizgarkirina Efrînê ye" bi nirvandinên berfireh ên li ser rewşa siyasî berdewam dike.   Konferansa Meclisa Malabtên Şehîdan bi dirûşma "Meşa li se şopên Şehîdan misogeriya rizgarkirina Efrînê ye" bi nirxandinên berfireh ên li ser rewşa siyasî li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê berdewam dike. Piştî xwendina peyamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û peyamên hemû saziyan ji aliya Mamosteya Zimanê Kurdî Henîfe Xelîl ve, li ser navê Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mustefa axivî.   'Rêxistina me berdewam dike'    Hêvî Mustefa diyar kir ku ji destpêka Şoreşa rojavayê Kurdistanê de kar û xebat bi tevlîbûna hemû pêkhateyan tê meşandin û wiha berdewam kir: " Îro tevî hemû zehmetiyan û binpêkirinên mafan ên dewleta tirk ya dagirker rêxistina  saziyan berdewam dike. Ji bo ku em tola şehîdên azadiyê hilînin em ê berxwedana xwe dewam bikin û bi rihê 15 tebaxê  projeya Netewa demokatîk bi ser bixin.”   'Em ê tevli rizgarkirina hemleya Efrînê bibin'   Paşê Koordînatora Kongireya Star a herêma Efrînê Hêvî Silêmen anî ziman jî ev tişt anî ziman: "Wek Kongireya  Star karê ku dikeve ser milên me em ê pêk bînin û tevlî hemeleya rizgarkirina Efrînê bibin,  ji bo azadiya Rêber Apo em ê  her tim kêlî bi kêlî di nav çalakiyan debin û têkoşînê bidin.”   Di berdewamiya konferansê de ji aliyê delegeyan ve jî axafitnên girîng hatin kirin û piştre rapora salê a Meclîsa Malbetên Şehîdan ya Herêma Efrînê ji aliyê Endama Meclîsa Malbetên Şehîdan Rênas Ebdo ve hat xwendin.   Herwiha Derbarê rewşa rêxistinî, kar û xebata Meclîsa Malbetên Şehîdan  a salekê,rexine û rexinedayîn û pêşinyar jî hatin kirin.   Di raporan de ev agahî hatin dayin   *Li hemû navçeyên herêma Efrînê civîn ji Malbatên Şehîdan re hat li darxistin,   *Ji hevjînên Şhîdan re li hemû navçeyan civîn hat li darxistin, *Ji zarokên Şehîdan re li herêma Efrînê û Helebê hembêzgeh û paxçeyê zarokan hat vekirin,   *Li herêma Efrînê û Kantona Şehbayê bîroşurên bi nêrînên Rêber Apo hatin belavkirin,   *Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo 3 rojan grêva birçîbûnê ha destpêkirin,   *Hilbijartina Hevserokên Meclîsa Malbetên Şehîdan yek li Şehba û yek jî li Efrînê hat kirin,   *Hevbeş civînên rêveberiyan hatin kirin.   Paşê ji aliyê Edelata Civakî, Saziyên Olî, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD),Komîseriya Bilinid a Hilbijartinan û Partiya Pêşeroja Sûriyê konferans hat pîroz kirin.   Konferans bi nîqaşên derbarê rewşa rêxistinî û rewşa siyasî  û pirsgirêkên Malbetên Şehîdan û kêmasiyên ku ji aliyê  rêxistinkirinê ve derdikevin holê berdewam dike.