KPC'ê di 15'ê tebaxê de perwerdeya xwe bi dawî kir 2018-08-15 14:46:26   Îlham Eloso   KOBANÊ - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC  bi munesebata pêngava 15`ê Tebaxê dewreya xwe ya du heyvan dabû destpêkirin bi dawî kir.     Bi sedan mamosteyên zimanê kurdî yên Kantona Kobanê û navçeyên wê, li Dibistana Şehîd Hogir, Sîdo û şêranê bi munasebeta pêngava 15`ê Tebaxê dewreya xwe ya havînê ku ji bo du mehan  dabûn destpêkirin û hezar û 150 mamoste tevli bibûn bi daxuyaniyekê bi dawî kir.   Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Paşê li ser navê Komîteya Perwerdehiyê Doz Şekir daxuyanî  xwend.    Di daxuyaniyê de bal hat kişandin se girîngiya 15'ê Tebaxê û wiha hat gotin:“ Şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd)  jiyaneke azad afirand. Di têkoşîna ku em îro didin de jî fermandarê me yê manevî rêheval Egîd e.  Em di hesayet Rêheval Egîd de tevahî şehîdên Şoreşê bi bîrtînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin."    Di berdeamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew weke Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratîk (KPC) ya Herêma FIratê  salvegera vejîn û tekoşînê di serî de li Rêber Apo, li gelê xwe û li tevahî berxwedêran pîroz dikin. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin  "Pêngava 15`ê Tebaxê a ku di nava gelê kurd de, herkî dîrok veguharand, hêvî cesaret û bawerî da gelan. Vê pêngavê şerê azadiya welatekî ku kesekî nikaribû navê wî bi rehetî bîne ziman ji tevahiya cîhanê re ragihand."    'Guleya yekemîn a ji bo azadiya çand û ziman e'   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi çûrîskeke teqîna guleya yekem 15'ê Tebaxê dest pê kir û fermandar Egîd bi vê çûrîskê şoreş ji tevahî cîhanê re ragihand. Fişeka ku bi armanca zarokên kurd  azad perwerdeya xwe ya ziman û çandê bibînin hat teqandin, li hemberî desthiladariyê û paşverutiyê hat teqandin. Her wiha bi rihê vejînê em gihan jiyan û fikreke azad. Lê pîwîste ku li her derê ev fikir zindî bimîne."   'Pêngava 15'ê Tebaxê şoreş pêk anî'    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku pêngava 15`ê Tebaxê şoreşa neteweyî, demokratîk, Siyasî, civakî û çandî pêkanî û kurd gihandin azadiya wan. Di dirêjiya daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: "Pêngava 15`ê Tebaxê ya Gerîla mohra xwe li  serkeftina mezin da û gelê kurd veguhand gelekî pêşeng ê li Rojhilata Navîn."   Di dawiya Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratîk  wiha hat bidawîkirin "Em jî weke Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk (KPC) ya herêma Feratê bi felsefeya jiyana azad a ku Rêber Apo afirand perwerdeya xwe geştir dikin û bi rûhê 15'ê Tebaxê bi dawî dikin."     Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.