'Em hestiyên xizmên xwe dixwazin' 2018-08-15 10:20:25   Orîvan Ebdo/Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Di serdema komkujiya li Şengalê ya 14'an de li gundê Koço yê Şengalê komkujiyek hatibû kirin û bi sendan kes hatibûn qetilkirin. Xizmên  kesên ku bertek nîşanî vê komkujiyê dan dibêjin  bila  hestiyên xizmên me bidin me.     Di 3'yê  Tebaxa 2014'an de li Şengalê ferman pêk hatibû. Dema gel bihîst ku çeteyên DAÎŞ ketine nava Şengalê û hêzên PDK'ê jî gel hiltine çûne, ji bo ku gel nekeve destê DAÎŞ berê xwe dabûn Çiyayê Şengalê. Lê ji ber dûrbûna Gundê Koço gundî di 14 Tebaxê de nereviyan. Ji ber ku kirîv û dostên wan yên Ereb ji wan re gotibûn tiştek bi we nayê û wan jî li ser wî bingehî baweriya xwe bi vê gotinê anîbûn. Lê mixabin nizanîbûn ku hatine xapandin. Bi vê xapandinê re gek niştecihên gundê Koço hatin kuştin  û hestiyên wan di gorên komî de binax kirin. Di 4'emîn salvegera Komkujiya Gundê Koço de niştecihên  Koço ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku bila hestiyên xizmên wan  bidin wan.   Yek ji şahidên Komkujiya li gundê Koço, Nuray Îdo Xelef wiha behsa komkujiyê dike: "Yên ku di komkujiya Koço de jiyana xwe ji dest dan piraniya wan ji Koço bûn. Tenê çend birîndar û 15 kes ji komkujiyê xelas bûn. Gundê Koço hemû xizim, mirov û nasên min bûn. Kurmam, xezûr û nasên me bûn. Em hêvî dikin  kesên ku dixwazin ji bo me tiştekî biki  bila hestiyên xizmên me bidin me. Ev 4 sal in di vî alî de tu kesî ji me re tiştek nekiriye. Hestiyên xizmên me di çal û li çolan  mane.  Li ber baran tav û lawiran, xwedê ji wan hovan re nehêle ev tişta ku bi serê me de hatî ne wijdan, mirovatî ye xwedê jî qebûl nake."   'Em dixwazin li ser axa xwe bijîn'   Nuray di berdewamiya axaftina xwe de dibêje eger tiştekî ji me re nakin bila dest jî ji me berdin  ku em li ser axa xwe karibin bijîn: "Dibe ku ol û baweriya me ji a wan cuda be, lê em neçûne ser kursiya tu kesî, her kes debara xwe bi çandinî û xwedîkirina ajalan dike. Dema bi ser gund de girtin bila PDK'ê em nehiştana di destên wan hovan de. Qaşo ji bo parastina me li vir bûn lê mixabin  em di nav xwîn, talan û qirkirinê de hiştin."   Nuray Îdo Xelef di dawiya axafitna xwe de ev bang kir: "Bila hestiyên xizmên me bidin me û bila  rêkê ji me re vekin, lê belê hemû dewlet ji bo kesên ku ji destê DAÎŞ'ê xelas bûne rêya derveyî welat nîşan didin. Ne Ewrupa ne jî tu ciyek din ji bo me feyde nake. Ez bang li kesên ku çûne welatên derve jî dikim ku bên ser axa xwe."     'Ereban em xapandin'   Her wiha Hêva Murad jî ku  malbat û xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine jî wiha got: "Di dema fermanê de dostên me yên ereb gotin ku tiştek nîne, lê mixabin em xapandin û xiyanet li me kirin. Ji malabata min ap, 6 bira, dayik, 2 birazî, 3 kur mamên min hatin kuştin. Bi giştî nêzî 70, 80 kesî ji malbata bavê min hatin kuştin. Hemû cîhanê Koço  û komkujiya li Koçoyê  bihîst.  Tevî ku xemgîn jî bûn lê mixa bin ji derveyî şervanên Azadiyê, YPG, YPJ û gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê tu kesî alîkariya me nekir."   Hêva Murat di dawiya axaftina xwe de qala dewletên ku xwe weke Dewletên Demoqrat bi nav dikin kir û wiha got: "Niha dewletên ku xwe weke demoqrat bi nav dikin dibêjin ku çi li Koço hate jiyîn, wêneyan dikşînin û nivîsan li ser dinivîsin.  Ez jî ji wan dipirsim û dibêjim ku dema komkujî bi ser me de hat hûn  li kur bûn? Ma gelo wijdan, hest û rûmeta we li ku bû, an jî we nû ev komkujî û êşa me bihîst? Bila kes nebêje ku tu kes nemaye, bi me çend kesên mayî mabe jî em ê xwedî li Koço derkevin û alîkariya wan qehremanan û xiyaneta kesên din ji bîr nekekin."