Jinên li girtîgeha Sîncanê girtî binpêkirinên mafan vegtin 2018-08-15 09:43:41   ENQERE-Jinên li girtîgeha Sîncanê girtî ne,  ji tacîzê bigirin heta şîdetê gelek binpêkirinên mafan ku li dijî wan tên kirin vegotin û diyar kirin ku gelek cezayên dîsîplînê hatine dayîn û girtiyên nexweş nayên dermankirin.   Girtiyên jin ên li girtîgeha jinan a Sîncanê ya Enqereyê nameyek ji Komomeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re şandin şandin û binpêkirinên mafan vegotin.  Jinan da zanîn ku ew bi gelek binpêkirinan re hatine rû hev û gotin Hevşaredara Şaxê ya Wanê Evîn Keve rastî êrîşa 6 gardiyanan hatiye û lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin.   Lêgerîna tazî û îşkenceya hucreyê   Girtiyên jin, di nameya xwe de binpêkirin wiha rêz kirin:   *Hevşaredara Şaxê ya Wanê Evîn Keve: Meha borî ji bo runiştina wê birin Girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Di têketina girtîgehê de rastî êrîşa 6 gardiyanan û lêgerîna tazî hat. Tevî hişyariyan jî wan ew derb kirine û îşkenca lêgerîna tazî berdewam kirine. Bi van jî sînor nemane heqeret lê kirine.  Cilên wê di dema lêgerînê de hatin windakirin. Li girtîgeha ku ji bo du rojan bigirin, kirin hucreyê. Ava vexwarinê jî nedanê û kesekî dengê wê nebihîst. Roja din  ji revîrê rapora derbê hat girtin. Ji bo protestokirinê ket grevê.  Evîn Keve diyar kir ku tiştên li wê hatine kirin, bawer dike ku li hemû girtiyan jî tê kirin.   Revşan Îpek: Bi telefonê diaxive û malbata wê ji ber nizane qedexeye bi telekonferansê diaxive. Lê beyî hişyarî telefona wê tê birîn û cezayê dîsîplînê jê re tê dayîn.   Dîlber Tanrikulu: Bi telefonê diaxive û ji ber hoparlorê vedikin û vê wek telekonferans dihesbînin, telefona wê tê birîn û du caran lêpirsîn lê tê vekirin.  Ji bo ya yekem mehekê cezayê bêparbûna ji bernameyan danê.   Saadet Akin: Di lêgerînê de li odeya dimîne meqes tê dîtin.  Dibêje ne aydê min e û ji bo vê lêkolînê dixwaze.  Di encama lêpirsîna der barê wê de tê vekirin 15 roj cezayê hucreyê jê re tê xwestin. Ev encam derkeve wê înfaza wê bişewite û 30 salî di girtîgehê de bimîne.   Sariye Taşkesen: Di lêgerînê de tevî ku tiştek li ser dernakeve jî der barê wê de bi daxwaza 7 roj cezayê hucreyê lêpirsîn tê vekirin.   Arjîn Yuksekbag: Di sewqkirina nexweşxaneyê de ji ber nexwest li rînga tabut siwar bibe der barê wê de girteka ‘rîng ne eciband, naxwaze biçe nexweşxaneyê’ girtin û mehek cezayê hevdîtinê danê.   Bînnur Yildiz: Ew jî ji ber li rînga tabut siwar nebû bi heman hincetê lêpirsîn lê hat vekirin û 5 roj cezayê hucreyê danê.   Elîf Çetînbaş:Bi telefonê ji ber bi parêzerê ku ligel malbata wê bûye axiviye, telefona wê tê birîn û di lêpirsîna tê vekirin de mehek cezayê bernameyan jê re tê dayîn.    Suheyla Taş: Tevî ku tu şaşiya rêbazan nekiriye jî telefona wê tê birîn û di encama lêkolînê de mehek cezayê bernameyan didinê.   Zeynep Şîpçîk:Di vegera nexweşxanê de leşkera jin dixwaze bikeve milê wê. Ew jî vê red dike û rastî derba leşkerên mêr tê. Tevî rapora wê serlêdana wê ya sûc hat redkirin.   Rihan Kavak Ozbek: Li ser gilîkirina gardiyan bi daxwaza mehek cezayê dîsîplînê lêpirsîn  derbarê wê de hat vekirin.   Demet Resuloglu: 58 salî ye û pir nexweş e. Ji ber nexwest bi rînga tabut biçe lêprisîna mehek cezayê hevdîtinê lê hat birîn.   Pinar Tîkît: Di mêjiyê wê de tumor heye û divê ji bo kontrolên rutîn biçe nexweşxaneyê. Lê ji ber li dijî lêgerîna ku heta tacîzê diçe derketiye 3 roj cezayê hucreyê girt; lê dadgeriya înfazê ceza erê nekir.   Sîdar Varlu:Di lêgerîna ku asta wê gihişt tacîzê de bi gardiyanan re ket nîqaşê û li ser vê 11 roj cezayê hucreyê jê re hat dayîn. Îtîrazê ceza hat kirin.   Dîlan Oynaş:Di hevdîtina telefonê de ji bo ku deng baştir biçe malbatê hoparlor vekir, beyî hişyarî mehek cezayê hevdîtinê danê.