Li Kobanê Komeleya Mafên Mirovan hat vekirin 2018-08-14 17:17:37   KOBANÊ - Li Herêma Feratê li Kantona Kobanê.  Komela Mafên Mirovan hat vikrin.   Kantona Kobanê ya girêdayî Herêma Firatê ji bo ku mafên mirovan neyê binpêkirin bi tevlibûna nûnerên hemû saziyên li herêmê û gelek welatî Komeleya Mafên Mirovan hat vekirin.  Li avahiya ku komele lê hat vekirin pankarta bi nivîsa "   Gelê Herêma Feratê ji bo mafê mirovan Komela mafê mirovan li Kantona Kobanê bi beşdar bûna hemû saziyên hat vekirn. Komela bi parkêta` Her mirovek Mafê wî yê nêrîna azad heye,  Tu mirovek divê bi awyê kêfî neyê girtin, binçavkirina an jî Surgonkirin". Hat xemilandin.    Merasîma vekirinê ya komeleyê bi deqeyek rêzgiritinê dest pê kir. Paşê li ser navê Hevserokatiya  Komela Mafên Mirovan ya Herêma Cizîrê Evîn Cuma axivî û wiha got: “Ji ber şerê giran ê Sûriyê ku di rewşeke awerte de pêk hat, mafên gelek mirovan hatibû binpêkirin. ji bo vê jî me pêwîstî dît ku navendeke weke Komeleya Mafên Mirovan vekin. Her wiha ji bo pêşketina bajar, jin û zarokan me armanc kir ku em vê komeleyê ava bikin."   Evînê di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku mafê jin û zarokan mafekî herî girîng e wiha dirêjî da axftina xwe: “Pêwiste ku fikra mafên mirovan bê belav kirin.  ji bo vê me ev komele ava kir. Lê ev komele ne ya yek mirovî ye, çi kesê ku mafê wan  were binpêkirin, wê karibe bi riya vê komeleyê li mafê xwe bigere.”   Piştî axaftina Evîn Cuma ji aliyê dayka şehîdan, Ayşe Efendî ve deriyê Komeleyê hat vikirin û broşurên Komeleya Mafên Mirovan hatin belav kirin."