Ji bo kampa AFAD’ê bê vala kirin heta meha Îlonê dem hat dayîn 2018-08-14 14:47:20   MÊRDÎN - Biryar hatibû dayîn ku Kampa AFAD’ê ya li Midyadê ku êzidî jî lê dimîn bê valakirin. Ji bo êzidî kampê vala bikin heta meha Îlonê ji wan re dem hat dayîn.    Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir di rojên derbasbûyî de ragihandibû ku dê 5 kampên penaberan ên li Mêrdîn, Semsûr û Dîlokê bên valakirin û penaberên li van kampan veguhezînin kampên li Hatay, Kilîs, Riha û navçeyên Rihayê Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê.   Piştî vê biryarê li kampa AFAD'ê ya  Midyada Mêrdînê ji bo kampê vala bikin heta meha Îlonê dem dane êzîdiyan. Beriya vê jî ji êzidiyan hatibû xwestin ku heta meha tebaxê kampê vala bikin. Lê ji ber ku êzidiyan vala nekir valakirin taloqî meha îlonê hat kirin.    Êzîdiyên di kampa AFAD'ê ya  Mîdyadê de dimînin anîn ziman ku ew ji ber çeteyên DAÎŞ’ê reviyane û di berdewamiyê de wiha axivîn: “Niha dixwazin me ji vê derê derbixin û bişînin kampên ku erep tê de dimînin. Ger ku em biçin wê derê, wê fermaneke nû ji bo me êzidiyan bê nivîsandin. Ji ber wê em naxwazin biçin kampên ku ereb di wan de hene.”