Li Edene û Enqereyê operasyon: 4 jê zarok 21 binçavkirin 2018-08-14 11:35:57   ENQERE/ EDENE- Li Enqereyê di operasyona ku hat kirin de 7 kesên ku di nava wan de rêvebirên HDP'ê û Daiyikên Aştiyê jî hebûn hatin binçavkirin.  Li Edeneyê jî di serdegitrtina malan ku hat kirin de 4 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin.    Di saetên serê sibehê de bi ser mala rêvebir û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat girtin.  Piştî lêgerîna ku li malan hat kirin gelek kesên HDP'yî hatin binçavkirin.    Kesên ku hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Rêvebirê HDP'ê yê Enqereyê Mahmut Emîn Avci, Namzeêda parlamenteriyê ya DHP'ê û Berdevka Berê ya Meclisa Jinan Îpek Gur, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Çankayayê Ramazan Karakoç, RêvebirA HDP'ê yê navçeya Keçîorenê Fîgen Oncu, Gulhan Akinci û Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kadriyê Ozgan û Minûbe Koç hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.   Li Edeneyê jî 4 jê zarok 14 binçavkirin    Li Semta Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê polîsan vê sibê bi ser gellek malan de girt. Polîsên tîmên taybet jî tev li operasyonê bûn û mal dorpêç kirin. Deriyên malan bi geranan şikandin û ketin hundirê malan lêgerîn pêk anîn. Polîsan di lêgerînê de mal serûbin kir.    Piştî lêgerîna li malan 4 jê zarok 14 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.    Navê hin kesên ku hatin binçavkirin wiha ye:  Halît Şaşmaz, Serhat Tatli, Salîh Fîlztek, Bawer Şahîn û Bariş Aydin e.