Dimenên qetilkirina lawê wê pê dane temaşekirin! 2018-08-14 09:15:40   Şehrîban Aslan   AMED- Dayika Emrullah Atilgan yê HPG’î ku di pevçûna li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da, Fatma Atilgan diyar kir ku polîsan dîmenên pevçûna ku kurê wê tê de jiyana xwe ji dest daye pê dane temaşekirin.   Hat hînbûn ku ji bo PKK’iyên ku di dîrokên cuda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane nahêlin malbat şînê daynin.  Hat îdiakirin ku qeymeqam û qerekol li malbatên Farqîn, Bismil û Pîranê  geriyane û bi gotinên ‘cenazeyên terorîstan neynin, şînê daneynin’ tehdîd kirine. Malbata Emrullah Atilgan yê li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da û malbatê Orhan Demîr û  Doktor Yaşaran diyar kirin ku qerekol û qeymeqamtiya Bismil û Farqînê li wan geriyane û gotine ‘Hunê mala şînê ya gund bi kar neynin. Li malê deynin jî wê kes neyê’.   Malbatan da zanîn ku dewlet êdî heta hundirê malên wan jî mudaxale dike û wiha gotin: “Çi dibe bila bibe em ê şîna zarokên xwe deynin. Em ê şûnde gavê navêjin. Em rêwiyên riya zarokên xwe yên bi şeref in.”   ‘Ya tên kirin ne muslimantî ye’   Dayika Emrullah Atilgan yê HPG’î ku di pevçûna li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da, Fatma Atilgan diyar kir cenazeyê kurê wê 20 rojan di morgê de hatiye sekinandin û wiha got: “Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. 20 rojan di morgê de hat sekinandin. Kurê min bi bombebarana helîkopterê bi 7 hevalên xwe re şehîd ket. Çi mafê Erdogan heye vê bike. Çi ji me dixwazin. Agirê ket dilê min bila bikeve dilê wan jî. Her kes zarokên xwe bi zehmetiyên giran mezin dike. Tişta hat serê me bila bê serê wan jî. Ev tiştên tên kirin eleqeya wê bi muslimantiyê tune ye.”   Fatmayê bi lêv kir ku dema cenaze definkirine goristan hatiye dorpêçkirin û ev tişt anî ziman: “Heta cenaze hatin definkirin em bi kamerayê hatin şopandin. Wêneyên me girtin. Ji me re gotin hun nikarin li mizgeftê şînê danin. Gotin li malê şînê daynin.”   Dîmenên kurê wê pê dan temaşekirin   Fatmayê di berdeamiyê de daxuyakirin ku dîmenên pevçûna ku kurê wê tê de jiyana xwe ji dest daye pê dane temaşekirin û ev tişt anî ziman: “Hêviya min ji xweda heye CD’yên kurê Erdogan jî pê bidin temaşekirin. Ew çi zextê bikin jî ez di riya kurê xwe de me. Kurê min bi 7 hevalên xwe re tevlî karwanê şehîdan bû. Kurê min Şervanê Amedê ye. Ez dayika Şervan im. Erdogan çi ji destê wî tê bila bike.”   ‘Polîs zexta psîkolojîk kir’   Xwişka wî Hasbiye Atilgan jî destnîşan kir ku polîs her tim zexta psîkolojîk li wan kiriye û got: “Polîsan tevî ku der barê cenazeyan de her tişt zanibûn pirs dipirsîn. Gotin bila 4 kes jî li ber malê kom nebin. Ji polîsan re bima divê me bi veşarî birayê min defin bikira. Dema cenaze hat nehiştin kes bikeve goristanê. Gule berdan hewa û sirûd lêdan. Min got qey roja mahşerê ye. Yên hatin şînê jî hatin tehdîdkirin. Dema em tê de ne ji salên 90’î xirabtir e.  Şerekî qirêj û bêrumet tê meşandin. Em hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin.”