ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-14 09:00:00   *Di dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de 15’ê Tebaxê, ango Roja Vejînê xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Bi guleya yekem a ji volkanekê mezintir deng dayî û ji dijminên mirovahiyê re bûyî tirsa mezin, herikîna dîrokê guherî. Dijmin û neyarên kurdan jî di ferqê de ne û ji ber vê çendê, heya roja îro jî dema salvegera 15'ê Tebaxê nêz dibe, tirs û xof dikeve dilê wan. Di nava gel de piranî Roja Vejînê ji zilaman tê pirsîn û wan li ser nirxandin dikiriye. Me xwest vê carê bi çavê jinê, hest û feraseta wê li amadekarî û xebatên 15’ê Tebaxê binêrin.  DÎMEN HEYE   *Mirov êdî dibine ku  Şengalî nabêjin kê em firotin kê îxanet li me kir ku fermana 74'an  bi me dan jiyîn. Ji ber kû êdî kesên li ser vê axê dijîn bi xwe bune xwedi vîn û hêvî. Êdî ew ê bi xwe bikarîbin li  ber xwe bidin û tekoşînê bidin li hember hemu cureyên reşatiyê ku carekdin ferman bi ser wande neyê. Wê bi xwe rê li ber fermana 75'an bigirin. Bi awayek aşkere mirov dikarê vê hêza tekoşinê ya ku bê dayîn bibîne. Ji ber vê yekê li ruxmê hemu bedel û zehmetiyan carek din xêliya reş li ser vê xakê neyê pêçan. Wê bi destê Derwêş û Edolên hemdem ji derveyî reşiyê tovên hemu rêngên jiyanê li ser xaka Êzîdxanê bên çandin.    *Jinên bajarê Minbicê ku her yek ji pêkhateyeke cuda ye, jiyana xwe ya di pêvajoyên derbasbûyî û niha dijîn anîn ziman,  Jinan diyar kirin ku ji beriya du salan ew ji rastiya xwe hatbûn durxistin. Minbica ku bi netewên xwe yên cuda cud  tê nas kirin bibû yek reng. DÎMEN HEYE   *Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê kurd de vegotineke dîrokî ye dîrokî ye ji bo gelê kurd.  Rêvebera Kongireya Star ya Herêma Firatê Almaz Ronî jî bi vê armancê bandora pêngava 15’ê tebaxê li ser jinê de diyar kir û bandora erênî ya 15 tebaxê li ser civakê didome.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer diyar kir ku armanca me ya sereke ku em aloziya sûriyê bi nêrîneke hevbeş çareser bikin.   *Dayikên şehîdan yên Meclisa Malbatên Şehîdan li Girkêlegê diyar kirin ku  felsefeya azad a ku  di oxira wê de me zarokên xwe  dane, em ê şopedarê wê bin û heya dawiyê  ji bo azadiya Rêberê Apo em ê tekoşînê bidin. DÎMEN HEYE   *Dayika Emrullah Atilgan yê HPG’î ku di pevçûna li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da, Fatma Atilgan diyar kir ku polîsan dîmenên pevçûna ku kurê wê tê de jiyana xwe ji dest daye pê dane temaşekirin. BI DÎMEN   *Li Şirnexa ku di dema qedexeyan de ji sedî 70’ê yê wê hat hilweşandin, welatî li ber xwe didin. Bajarê ku bi TOKÎ’yan li her derê wê çal hatine vedan û bi alavên înşatê hatine dorpêçkirin, welatî dixwazin demildest pirsgirêk bê çareserkirin.   *Fatma Kurtulan a HDP’î diyar kir ku ew dîsa li benda hilbijartinek nû ne û wiha got: “Rêveberiyên herêmî karê jinê ye. Qadên ku raste rast bandorê li jiyana me dikin e. Otorîteya navendî red dike. Kesek dest  jêberdana me xeyal neke.”   *Du sal berê bû, ji bo xebata teza lîsansa bilind ketim tevgerê.  Mijara teza min ‘nexşerêya sewalan a Rihayê’ bû.  lêkolînkirina cureyên sewalên navçeyên li Rihayê bû. Di encama vê de minê teza xwe amade bikira. Li Bîrecîkê nifşê Sîsyarkan heye  û wekê din li Tirkiyeyê li cihekî din tune ye. Hejmara wan roj bi roj kêm dibe û ji ber vê ji aliyê dewletê ve hatine parstin. Li ber Çemê Firatê pir dijîn. Li ser zinaran dijîn û ji ber vê dora zinaran bi têlan hatiye girtin. Ji bo teza min hewcedariya min bi çend dîmenan hebû. Min ji hevala endama meclîsa şaredariya Bîrecîkê re vegot û min rîca kir ku bihêlin ez çend wêneyan bikşînim. Em çûn lê rayedarên îstasyonê destur nedan. Gotin bi rîske ji durve bikşînin. Min jî ji durve çend wêne kişandin.   *YJŞ,ê Newal Raperîn ji bo teqîna gundê Sîbaşêx xidir û Teilezêr yê girêdayî Şengalê. Ku di sala 2007'an  de pêk hat axivî û got: "Yên ev komkujî pêk anîn di heman demê de  fermana di 3'yê Tebaxa 2014'an de Şengal radestî çeteyên DAÎŞ'ê kirin heman  bûn." BI DÎMEN   *Yek ji kargehên ku herî zêde jin kedê didinê atolyeyên biçûk yên tekstîlê ne û her diçin tune dibin, fabrîkayên tekelî jî dibin sedema binpêkirina keda jinê. BI DÎMEN