ÎHD: Hemû tundiyên li dijî zarokan divê sûc bên dîtin’ 2018-08-13 14:29:28   EDENE - Komîsyona Mafên Zarokan a  ÎHD’a Edenê, diyar kir ku divê hemû tundiyên li dijî zarokan weke sûc di qanûnan de, cih bigirin.    Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) a Edenê, derbarê bûyerên tundî, tacîz, tecawîz û êrîşên li ser zarokan, li avahiya  ÎHD’a Edenê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kes beşdarî civînê bûn.    Di civîna ku hat lidarxistin de Endamê Komîsyona  Mafên Zarokan a ÎHD’a Edenê Taner Taş axivî û wiha got: “Bûyerên  tacîz, tecewîz, tundî û êrîşên li ser zarokan bi dawî nabin. Ji ber ku bersûc nayên cezakirin, bûyerên wiha zêdetir dibin. Tu hincetên bûyerên tundiyên zayendî yên li dijî zarokan tune ye. Divê bersûcên wiha bêceza nemînin û derkevin pêşberî darazê. Em dixwazin bûyerên tacîz, tecawîz, tundî û êrîşên zayendî yên li ser zarokan weke sû cdi qanûn de cih bigirin. Emê heya dawiyê  şopdarên bûyerên wiha yên li ser zarokan bin.”