Xizmên kesê êrîşa zayendî kir malbatên mexduran tehdîd dikin 2018-08-13 09:54:02   MÊRDÎN- Li gundê Kevirşîn ê Dêrik a Mêrdînê kesê bi navê M.Ş.Y. ku 35 xwendekar îstîsmar kir û ji dozê hat girtin. Xizmên M.Ş.Y.  malbatên zarokên ku gumanbar gilî kiribûn bi gotina ‘giliyên xwe şûnde bigirin an jî wê xwîn birêjê’ tehdîd kir.   Li Mêrdînê sala borî di meha Adarê de li gundê Kevirşîn ê Dêrikê, derket holê ku kesê bi navê M.Ş.Y. yê li dibistana Seretayî ya Goktaş karê paqijiyê dike 35 li dijî xwendekarên temenê wan di navbera 6 û 12’yî de êrîşa zayendî kiriye. Piştî bûyer derket holê şûnde M.Ş.Y. hat girtin û Midûrê dibistan û cendermeyan ji bo bûyer nekeve çapemeniyê mamoste tehdîd kiribûn.  Runiştina gumanbarê êrîşa zayendî  sibê li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê tê dîtin û hat hînbûn ku xizmên gumanbar malbatên zarokên gilî kirine bi gotina ‘giliyên xwe şûnde bigirin an jî wê xwîn birêje’ tehdîd kiriye.   Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên malbatan hatin girtin û malbatan diyar kiribû ku malbata mêrê gumanbar cerdevanin û ji ber vê jî ev kes heta niha hatiye parastin.   Malbat tên tehdîdkirin   Zarokên rastî êrîşa zayendî  hatin jî di 9’ê Tebaxê de çûn Edliyaya Dêrikê û ji bo runiştina wê sibê bê dîtin îfade dan. Hat hînbûn ku xizmên M.Ş.Y.  yê xizmê keyayê gund e, yek bi yek li malan geriyane û gotine ‘giliyên xwe şûnde bigirin an jî wê xwîn birêje, dawî nebêjin çima wisa bûye’.   Nîvê zarokan perwerde nîvco hişt   Piştî bûyer derket holê şûnde piraniya zarokên bi êrşê re rûbirû man  perwerdeya xwe nîvco hiştin û malbatan ji bo runiştina sibê li 2’emîn dadgeha cezayê giran a Mêrdînê tê dîtin banga hestiyariyê li raya giştî kir.