Ji Kantona Şehbayê ji ber nexweşiyên belav dibin banga alîkariyê hat kirin 2018-08-13 09:01:45   Lîlav Elî   ŞEHBA- Xebatkara nexweşxaneya Avrînê ya li Kantona Şehbayê Ruşîn Reşîd diyar kir ku ji ber ava paqij nayê peydakirin li kampên gelên ji Efrînê koçber bûnê di wan de ne nexweşiyên wekî şewbê roj bi roj belav dibin û banga alîkariya derman û alavên tendirûstiyê kir.    Piştî gelê herêma Efrînê koçî kantona Şehbayê kirin, bi tayîbetî kesên di kampande dimînin ji kêmbûna avê ku ava ne paqij bi kar  tînin gelek nexweşiyên wekî şewbê di nava gel de belav dibin. Xebatkara Nexweşxaneya Avrînê ku li kampê bi kesên nexweş re alîkar dibe diyar kir ku nexweşiyên ji ber ava qirêj herî zêde bandorê li ser jin û zarokan dikin û wiha got: " Heta niha li gel derfetên me yên derman û alavên ji bo terndirustiyê jî me 700 kes derman kir. Lê girtina riyê bajarê Helebê ji aliyê  Rêjîma Sûriyê de bêhtir rê li ber pirsgirêkan û belavbûna nexweşiyan vedike."    'Zarok û jin di bin xeterê de ne'   Rûşînê di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku gelên Efrînê li Kantona Şehbayê li gel êş û zahmetiyan dijî û  wiha got:"Şahba  nû ji cenazeyên çeteyan hatî paqijkirin. Efrîniyên ku vî bajarî hatine bicihkirin ji ber vê qirêjiyê  bi nexweşiyên wekî şewbê dikevin.  Em wekî dildarên Nexweşxaneya Avrînê hel didin ku pirsgirêkên wan çareser bikin lê derfetên me kêm in. Ji ber wê em banga hestiyarî û alîkariya alavên tendirustî û dermanan dikin. Ji nexweşiyên ku belav dibin herî kêm zarok û jin bi bandor dibin."   Banga alîkariyê hat kirin   Ruşîn bal kişand ser bandora neyînî ya gitina rêya helebê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve û ev tişt got: " Li tevahiyha Kantona Şehbayê û bi taybetî li Kampên ku welatiyên Efrînê li wan hatine bicihkirin nexweşiyên wekî îltîhaba kezebê, kansêr, sil roj bi roj belav dibin. Li gel derfetên me yên kêm girtina rêya Helebê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve jî bandoreke mezin a neyînî dike. Em nexweşên xwe yên giran nikarin bi derekê de bibin."    Ruşîn anî ziman ku hejmarek mezin ji jin û zarokan bi van nexweşiyan ketine,û girtina riya helebê dibe asteng li hember nexweşiyan. Ev nexweşiyên ku me li jor bahsa wan kir ger ku bi lez neyên dermankirin jiyanê dixin xeteriyê û kesên ku bi van nexweşiyan dikevin jiyana xwe ji dest didin. Em carekedin banga alîkarî û hestiyariyê dikin."