ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-12 09:00:00   *Jinên bajarê Minbicê piştî du salan ji rizgar kirina bajêr,  xwe di nava sazî û dezgehên xweser yên ku ava kirin de  bi rêxstin kirin û vê yekê jî ji bo xwe wekî hêza têkoşîn û azadiyê bi nav dikin. BI DÎMEN   *Mala zarokên bê kes ya bi navê Kesksora Alan ku ji aliyê Weqfa Jina Azad a Rojava ve hatiye vekirin, heta niha  herî kêm 31 zarok derbasî malê kirine. Rêvebira malê diyar kir ku heta zarok bibin xwedî jiyaneke baş ew ê ji bo wan têkoşîna xwe bidomînin. BI DÎMEN   *Kubra Çoban a li Farqînê dijî, yek ji jinek ku tevî hemû zehmetiyan serkeftin bi dest xistiye ye.  Kubrayê balkişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha got: “Ger em bi tena serê xwe nikaribin bikin jî divê em ne ji mêrekî ji jinekê piştgiriyê bigirin û em bi hêza xwe bawer bin.” BI DÎMEN   *Dayikên Şemiyê ji bo 700’emîn hefteya çalakiya xwe bang kirin û gotin: “Tu jî were Galatasarayê.”   *Geliyê Ava Spî ya bi xweşikahiya xwe ya xwezayê balê dikşîne û di navbera Nisêbîn- Mîdyadê de ye, ji ber kana keviran a bi salan e li herêmê xebatan dimeşîne bi xetereya tunê bûnê re rû bi rû ye. Kana ku tevî hişyariyan nayê girtin zirarê dide hemû zindiyên herêmê.   *Seroka Projeya HAD'ê parêzer Hulya Yalçin  diyar kir ku parêzvaniya mafên sewalan têkoşînek yekbûyî ye û got sewalek wek sewala xwarinê tê serjêkirin û li cihekî din jî parastina sewalekê, bi naqok e.  Hulyayê bi lêv kir ku Qanûna Parastina Sewalan qanûnek sexte ye û got: “Di qanûnê de neçîr cih nagire, gotina ‘sewala serjêkirinê’, sîrk, tiştên ku sewalan dîl digirin tune.” BI DÎMEN