Dayîkên Şemiyê: Gelo çima em ji hiqûqa hûndir encamê nagirin? 2018-08-11 14:52:31   STENBOL - Dayikên Şemiyê, aqûbeta Îbrahîm Kartay ê berî 24 salan li Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn û gotin: “Em ji bo Îbrahîm û hemû windayan edaletê dixwazin. Gelo çima em ji hiqûqa hûndirîn encamê nagirin?”   Dayikên Şemiyê, ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên cezakirin di hefteya 698’emîn de, carek din li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalageran pankarta “Kujer diyarin winda li ku ne?” û wêneyên windayan vekirin. Xizmên windayan û gelek Mirovên Şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Îbrahîm Kartay ê berî 24 salan di 15’ê Tebaxa 1994’an li Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.     Birayê Ridvan Karakoç ê di sala 1994’an de hat binçavkirin û cenazeyê wî di sala 1995’an de hat dîtin Hasan Karakoç dest pêkê axivî. Hasan, diyar kir ku li Tirkiyeye bi hezaran kes hatine winda kirin û wiha got: “Kesên xizmên me winda kirin, hûn ji me bêtir wan nas dikin. Hûn celadên dest bi xwîn diparêzin. Gelo çima em ji hiqûqa hûndir encamê nagirin? Bêguman sedemên vê yekê hene. Lê 23 salin em li vir edaletê dixwazin û em ê heya 23 sal din jî li vê derê bin û daxwaza edaletê bikin.”    '698 hefte ne em pirsa windayên xwe dikin'   Piştî Hasan Karakoç, xwişka Hayrettîn Eren ê di 21’ê Mijdara 1980’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin Îkbal Eren daxuyaniya vê heftê da. Îkbal, anî ziman ku ew 698 heftene  li Qada Galatasarayê, ji rayedar û saziyên dewletê pirsa windayên xwe didin. Îkbalê, pirsa gelo çi ji wandayên wan hatin kir û  wiha axivî: “698 heftene ev pirsa me bêbersiv tê hiştin. Ji ber ku kesên Tirkiyeyê birêve dibin dewletek hiqûqî naxwazin.”    Eqûbeta Îbrahîm Karatay hat pirsîn   Îkbalê, destnîşan kir ku Îbrahîm Kartay di operasyona li gundê wan ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê ya di 15’ê Tebaxa 1994’an pêk hat de, ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û wiha berdewam kir: " Leşker di saetên serê sibê de li dora Gundê Kartay Gomeç ê 19 kîlometere dûrî navçeya Hênê digirin û bi sedan leşker gundiyan li qada gund kom dikin û ji wan dixwazin gundê xwe terk bikin. Leşker bêyî ku dem bidin gundiyan amûrên xwe ji gund derbixin, malan didin ber agir û sewalên gund gule baran dikin û dikujin. Îbrahîm Kartay ê 29 salî, çawan ku mala wan tê şewitandin, bi malbata xwe re xwe amade dikin ji gund derbikevin. Hevjîna wî ya 6 meh dûcanî, 3 zarokên xwe jî digire ba xwe û ji gund dûr dikevin.  Kartay ji bo xurekê bigire diçe mala xwe ya hîna nehatiye şewitandin. Hin penîr, ava firîngiyan û nan digire ba xwe û ji bo biçe gel malbata xwe derdikeve derve. Piştî ku hinekê bir ê diçe, leşker wî ferq dikin û binçav dikin û carek din agahî ji Kartay nayê girtin. Hevjîna Kartay Salîme Çekir bi heviya dê hevjînê wê vegere 10 rojan li bendê dimîne, lê piştî ku dibîne venagere, bi tiyê xwe diçe serdozgeriya Hênê û serlêdan dike.”    Testa DNA'yê hev negirt   Îkbalê, derbirî ku dema malbat a ji dozgeriyê tu bersivê nagire, diçin Qereqola Cendirmeyan a Hênê û wiha pê de çû: “Li qeregolê ji bav Kadrî Kartay re dibêjin ‘Kurê te, terorîst e, lê me wî berda. Li ku derêyê em jî nizanin.’ Piştî demekê bav Kadrî cardin diçe qerekoqê. Ji qereqolê gule bera wî didin û gefa carek din li kurê xwe nepirse lê tê xwarin. Piştî 21 salan, notirvanekê goristanê ji malbata Îbrahîm re dibêje, ‘dibe ku cenazeyê Îbrahîm li kêleka trafoya ceyranê ya nezî goristana navçeya Hênê hatibe defin kirin.’ Li ser vê yekê hevjîn û kurê Îbrahîm bi navbeynkariya  ÎHD’a Amedê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Hênê didin. Piştî serlêdanê di 3’yê Hezîrana 2015’an de gor tê kulandin, parçeyên hestî û kincan tên girtin û ji bo Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tên şandin. Lê di rapora hat amade kirin de testa DNA’yê hev negirt.”   Îkbalê, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin ji bo Îbrahîm Kartay û hemû windana edalet bê cih. Ji bo rastiya heqîqeta di dosyeya Kartay de derbikeve holê em dixwazin lêpirsînek bi bandor bê birêve birin.”   Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.