'Kesên destê wan di xwîna me de heye bila neyên' 2018-08-11 11:16:30   Nisrên Hisên/ Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Endamên meclîsa TAJÊ derbarê tayînkirin qeymekamê nu ya ji hêla Hukumeta Iraqê ve ji bo Şengalê de nerazîbûnên xwe anîn ziman.    Jinên kurd ên êzîdî derbarê tayînkirina qeymeqam û meclîsa nû ya Şengalê ku ji hêla hikûmeta Iraqê ve hatiye vekirin de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jinan da diyarkirin ku yên di dema fermana 74'an  de ew hîştin û revîyan hêzên Iraqê û qeymeqamên wê bûn û di berdewamiya nerazîbûna xwe de wiha gotin: "Dema ku pêdiviya me bi alîkariyê hebû em bi destên çeteyên DAÎŞ'ê ve berdan û çûn. Lê îro tu pêdiviya me bi wan tune ye çima şûnde vedigerin.  Îro metirsîyek nîne keç û lawên  me me diparêzin. Em kesên em hiştin û çûn qebûl nakin."    Endama meclîsa TAJÊ Şirîn Îdo derbarê vê mijarê de wîha nerazîbûnên xwe anîn ziman "Ên ku di dema fermanê de em hiştin û revîyan ew hêzbûn.  Dema gundê Şêx Xidir, Tilezêr, Sîba hat dagirkirin wan ev xak terîkandibû. Em niha jî van kesan qebûl nakin. Ên bi hewara me de hatin gerîlla bûn wan em rizgar kirin tenê ew dikarin dîsa werin tu kes nikare were."   Şîrîn Îdo di di berdevamiya axaftinê xwe da bal kişand ser  azadiya  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got:"Meclisa me ya xweser heye, asayişa me çebuye.  Hevalan em azad kirin. Xwezî me jî kariba Serokê xwe ji nav çar duwaran  azad bikira. Heta ku dilopek xwîna me hebe em li pey serokê xwe ne."   'Dema fermanê hûn li ku bûn'   Fehîme Sîlêman jî yek ji endama meclîsa TAJÊ ye bi pirsa ku dema ferman bi serê me de hat li kuderê bûn dest bi axaftina xwe dike û wiha dibêje "Dema fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de li ku derê bûn. Bila deh, bîst şehîd bidana li ser wê axê . mafê wan nîne ku  dîsa dixwazin werin ser vê axê em nahilin ku werin. Tiştek ji me re nekirine, wê werin çi? Fermaneke din jî bi ser me de bê ew ê dîsa birevin. Heqê kesekî nîne destê xwe dirêjî vê axê bike.  Tenê kesê ku li  vir xwîna xwe dane dikarin li ser vê axê bijîn.  Kesên ku nexwestin tu bedelan li ser vê axê bidin ev ax hiştin û reviyan. Niha jî tu karê wan li ser vê axê tune ye.  Zarokên me hemu di nav YBŞ û YJŞ de ne hemuyan çek hilgirtine asayîşa me heye. Bila gelê êzîdî li dijî van lîstikan hişyar be."   'Kesên em hiştin û çûn bila neyên'   Herî dawî jî endama meclîsa TAJÊ Nafya Mêşo axivî û got "Em naxwezin kesên di 3'yê tebaxê 2014'an de terka me kirin dîsa  vegerin. Dema fermanê li kuderê bûn? Çima em hiştin? Em qebûl nakin me rihê xwe jî daye, me canê xwe zarokên xwe dane em qebûl nakin ku ev mirov carekedin werin ser vê axê. "     Nafya Mêşo axaftina xwe bi vê bangawazîyê bi dawî kir "Bangavaziya min ji gellê êzîdî re ye ku li Çiyayê Şengalê  rabin ser piyan serhildanê bikin û ne qaymekam qebûl bikin û ne jî tiştekî berê qebûl nekin. Yên  ku em di destê DAÎŞ ê de hiştine bila neyên. Bangawaziyamin ji  jinên êzîdî li Çiyayê Şengalê li dijî van lîstikan dakevin qadan û li ber xwe bidin. Bila tu kes bêdeng nemîne ma ne em ji bo ku bêdeng man û me serî tewand ferman bi ser me de hat."