Wefa Sîdo" Divê rewşa tendirustî ya Rêber Apo were şopandin 2018-08-11 09:04:20   Tolîn Mihemed- Lîlav Elî   ŞEHBA-Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê Wefa Sîdo derbarê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan, dewletên navneteweyî û bi taybet rayedarên beşên tendirustiyê kir ku di demek nêz de rewşa tendirustiyê ya Rêber Apo di zindana Îmralê de bişopînin.   Di 15'ê Sibata 1999'an de ji ber ku Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan tevgera azadiyê avakir û pirojeya netewa demokratîk da meşandin bi komployeke qirêj re ji aliyên dewletên navneteweyî ve radestî  Tirkiyeyê hat kirin. Piştî radestkirina wî ya Tirkiyeyê ev  ev 19 sal in ku li zindana Îmraliyê di bin şet û mercên giran de tê girtin. Derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêvebira Heyva Sor a Kurd Wefa Sîdo, ji ajansa mere axivî.   'Zindana îmraliyê di warê tendirûstiyê de xeter e'   Wefa diyar kir ku ev zêdetirî 3 sal in tu agahî  ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan nehatiye girtin û tecrîdeke girankirî ji aliyê dewleta tirk bi hevkariya dewletên navneteweyî li ser tê meşandin û nahêlin ku bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin. Wefayê di dirêjiya axaftina xwe de  anî ziman ku metirsiyek herî mezin ya gelê kurd derbarê  rewşa tendirustiyê ya Rêber Apo de heye û ev tişt got: "Ji dîrokê jî tê zanîn ku kesê di zindana Îmraliyê de dimînin bi gelek nexweşiyan re rûbirû dimînin ji ber ku zindan di nava bahrê de ye. Ji ber ku zindan di nava avê de ye jî ji bo tendirûstiyê gelek xeter e. Kesên li zindanên bi vî rengî dimînin herî zêde bi nexweşiyên wekî bîhnçikandinê re rûbirû dimînin."   Wefayê di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: " Ger ku nexweşiyeke bi rengê ku me li jor bahsê kir li rêberê me peyda bibe û nêyê dermankirin dibe ku girantir bibe. Em jî wek Heyva Sor a kurd di vî warî de gelek metirsîdar in di warê  rewşa Serok Apo de. Divê ku di demek nêz de rewşa tendirustiyê  ya rêber Apo were şopandin. Em dizanin ku Rêber Apo xwedî îradeye tu car îradeya ku 19 sale nehatiye şikandin qet nayê şikandin lê di warê tendirustiyê de ew jî wekî her kesî mirov e."   'Divê raya giştî ya navneteweyî bêdeng nemîne'   Wefa Sîdo di dawiya axaftina xwe bang li raya giştî ya navneteweyî kir û wiha got: "Ez bang li tevahî dewletên navneteweyî,rêxistinên mafên mirovan bi taybetî rayedarên beşên tendirustiyê dikim ku divê êdî li dijî  rewaş Rêber Apo bêdeng nemînin, kilîda îmraliyê  were şikandin û rewşa wî were şopandin."