Li gel hemû kêmasiyan berxwedan berdewam dike 2018-08-10 09:03:55   Lilav Elî   ŞEHBA - Derbarê kar û xebatên Meclîsa Kantona Şehbayê de Hevseroka Meclîsa Navçeya Ehrezê Fîdan Ebdo û Cîgira Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Fetihiyê Qasêm anîn ziman ku tevî hemû kêmasî û kêm derfetiyan li Şehbayê wê heta dawiyê xizmeta gelê xwe bikin.   berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan ku li hemberî hemû hêzên dagirker dewam kir û  ji ber êrîşên balafiran koçî kantona Şehbayê kirin vê carê li Şahbayê berdewam dike. Piştî gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn meclîsa Efrînê û ya Kantona Şehbayê jî bi rihê wekheviya gelan ji bo koçberên ji Efrînê dixebitin  û li gor derfetên xwe  xizmeta gelê xwe dikin. Derbarê van kar û xebatan de Hevseroka Meclîsa Navçeya Ehrezê ya Kantona Şehayê Fîdan Ebdo û Cîgira Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Fetihiyê Qasêm ji ajansa mere axivîn.   'Deriyê Şehbayê ji gelên Efrînê re hat vekirin'   Fetihiyê Qasêm diyar kir ku piştî êrîşên hovane yên dewleta tirk li ser Efrînê ji bo parastina gel deriyê Kantona Şehba ji gelên Efrînê re hat vekirin. Piştî  ku gel bi rêxistin bû Meclîsa Kantona Şehba bi Meclîsa Kantona Herêma Efrînê re li gor derfetên xwe alîkariya gel dikin. Fethiye axafitna xwe wiha domand: "Piştî gelê Herêma Efrînê di kampan de bi cih bûn komun hatin avakirin û bi awayekî rêxistinkirî  kar û xebat hat meşandin.  Her wiha di milê tendirustiyê de jî me xizmeta gelê xwe kir û me ji bo gelê xwe li gorî derfetên xwe nexweşxaneyek jî vekir.”   Fetihiyê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Beşa sereke ya di navbera herdu kantonan de beşa rêxistinî bû. Ev xebat jî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo weke xebatek hevbeş tê kirin û ji bo rizgarkirina Efrînê tekoşîn li Kantona Şehba dewam dike."   'Heta vegerin ser axa xwe wê berxwedan bidome'   Hevseroka Meclîsa nacçeya Ehrezê Fîdan Ebdo jî li ser kar û xebatên li Kantona Şehbayê wiha got:”Piştî biryara derxistina gelan ji Efrînê gelan berê xwe dan Kantona Şehbayê. Li Kantona Şehbayê  ji ber ku em nikarin hemû pêwîstiyên gelan pêşwazî bikin di rewşek zehmet de dijîn. Lê dîsa em wek Meclîsa Kantona Efrînê û Şehbayê ji bo xizmeta gelê xwe hertim li ser piyan e."   Fîdanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tevî heta niha tu alîkarî ji gelê Efrînê re nehatiye û Dewletên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe neanîne jî  wan  li gorî derfetên di dest xwe de alîkariya gel di hemû waran de kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Em ê vê alîkariya xwe berdewam bikin. Piştî ku komun hatin avakirin êdî gel hêdî hêdî jiyana xwe bi rêxistin dike û berxwedana xwe dewam dikin heta  ku vegerin ser axa xwe."