Rêber Apo kilîda çareserkirina krîza Rojhilata navîn e 2018-08-10 09:02:47   Ronida Hacî   TIL TEMIR - Rêvbera têkliyên Diblomasiyê ya Kongreya Star Eliya Oglo diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kilîda aloziya li Rojhilata Navîn e û  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan aloziya Rojhilata navîn kûr dike.   Dewleta tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK'ê dide meşandin û hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re jî qedexe kiriye. Têkldarî vê mijarê Rêvebira Têkliyên Diblomasiyê ya Kongreya Star tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah  Ocelan şermezar kir û got;  "Ji 2011'an ve dewleta tirk tecrîd li ser rêber Apo daye meşandin. Ev tecrîda ku li ser Rêberê me tê meşandin dibe sedema krîzê li  Rojhilata Navîn, ji ber ku rêber Apo Kilîda çareseriya vê krîzê ye."   'Tecrîda li ser Rêbertiya me sûcê mirovahiyê ye'   Eliyayê di dewama axftina xwede da zanîn ku tecrîda li ser Ocelan sûcek li ser tevahî mirovahiyê ye û wiha pêde çû; "Rêber Apo ji bo azadiya gelan heta vê rojê li ber xwe daye. Ji ber vê jî erka her mirovekî ew e ku xwedî li Rêber Apo derkeve."   'Daxwaza azadiya Rêberê me daxwaza aştî û Wekheviyê ye '   Eliyayê di berdewamiya axafitna xwe de got ku daxwaza azadiya Rêber Apo daxwaza demokrasî ,Aştî û Wekheviyê ye  û di dawiya axaftina xwe de wiha got; "Rêberê me ji bo azadiya jinê û civakê  her di nava têkoşînê de ye ,lewma tecrîda li ser rêbertî tecrîda li dijî tevahiya mirovahoyê ye. Dewleta tirk a ku bi talankirin, tecawizkirin û kuştinê hate naskirin û li gel ku ev yek li Efrînê bi awayekî zelal tê xuyakirin jî dewletên Navneteweyî û saziyên mafên mirovan  derbarê van êrîşên dewleta tirk de bêdeng in. Em ê li ber xwe bidin heta ku em bighêjin daxwaza rêber Apo a azadî ,wekehvî û demkokrasiyê. Em ê serokê xwe rizagar bikin."