Jina ku li Êlihê giran hat birîndarkirin jiyana xwe ji dest da 2018-08-09 18:26:46   ÊLIH - Kubra Ogur a ku duh serê sibehê li taxa Pinarbaşiyê ji aliyê Bîlal Ogur ê ku pê re zewicandî bû ve giran hatibû birîndarkirin. Kubera ya ku birîdar rakiribûn nexweşxaneyê hat diyarkirin ku jiyana xwe ji dest daye.   Ji ber çekdarbûna takekesî Kubra Ogur a ku duh serê sibehê li taxa Pinarbaşiyê ya Êlihê ji aliyê Bîlal Ogur ê ku pê re zewicandî bû ve giran hatibû birîndarkirin û Bîlal Ugur ê ku pitre jî întîhar kir li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû.  Kubera ya ku birîdar rakirin nexweşxaneyê jî hat diyarkirin ku îro jiyana xwe ji dest daye.