Heyeta HDP'ê : Bêyî delîl bên reşkirin bila Meclîs komîsyonê ava bike 2018-08-09 15:53:21   ENQERE - HDP’ê têkildarî bûyera Nurcan Karakaya û pitika wê ku jiyana xwe ji dest dan lêkolîn kiribû û  der barê vê lêkolînê de raporek aşkere kir. HDP’ê di rapora xwe de diyar kir ku sedema teqînê nehatiye zelalkirin û tu agahî û belge bi dest nexistine û xwest bêyî delîl bên reşkirin divê li Meclîsê komîsyonek bê avakirin.    Heyetek ji Parlamenterên HDP’ê Saît Dede, Muazzez Orhan û Murat Sarisaç û parêzvanê mafê mirovan pêk ên saziyên ÎHD û OHP pêk dihat di 31’ê tîrmehê de çûbûn gundê Qadiyan a girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê û li cihê bûyera ku Nurcan Karakaya û pitikê wê lê jiyana xwe ji dest dabûn lêkolîn pêk anî bûn. HDP’ê têkildarî vê lêkolînê raporek li Enqereyê bi raya giştî re parvekir.    'Rê diçe herêma baregeha leşkerî'   HDP’ê di raporê de bal kişand ser agahiyên şahidek bûyerê daye wan û wiha wiha  got: “Ev wesayît çawa bêdestûr û bêewlehî diçe herêma baregehê? Bûyerek qewimiye. Lê li gunehkaran digerin. Vê carê jî dixwazin bi boneya bûyerê gundê me tewanbar bikin. Wesayît serê sibê zû heta saet 16.00’an li ber tavê li cihek nêzî qereqolê sekinandine. Wesayîtek bi LGP’ê dixebite çawa ewqas li bin germa tavê dihêlin. Dibe ku wesayît ji ber tavê germ bûbe. Tu eleqeya gundê me bi vê bûyerê re nîne. Em mexdûr in.”    'Jin ne birîdar û li laşê wê xwîn tunebû'    Di raporê de şahidek din jî ê naxwaze navê xwe bide van agahiyan dide: “Ez çûm cihê bûyerê. Wesayît li ser rê tenê ji paş ve rûxiyaye. Wesayît ji cihê herifandinê 10-15 mîtro dûr disekine. Rêya teqîn lê pêk hatiye, şiverê ye. Zemîna wê ne hişk e. Gelek caran wesayît li wir patinaj dikin û derbas dibin. Li gel vê yekê nîv mîtro kûr û hinek fireh herifandinek pêk hatiye. Jina jiyana xwe ji dest daye, li derveyî wesayîtê li ser dev dirêj bûbû. Bi qasî min dît di laşe jinê de xwîn û birîndarî tune bû. Min pidik nedît. Min bihîst ku ji aliyê gundiyan ve rakirine nexweşxaneyê. Li ber wesayîtê yek ji piya û ya din jî dirêjkirî du heb tûpê mitbexê danî bûn. Pişt re ez hînbûm ku, ev tûp vala bûne û ji bu guhertinê xistine bagaja wesayîtê. Ev wesayît ne wesayiteyek eşya bibe û bîne.  Çima tûpên vala xistine bagaja wesayîtê. Piştî vê bûyerê bi tirs dijîn. Rayederek leşkeran hat gundê me û got ‘Bûyerek din jî biqewime, ez ê hemû gundiyan tevî gund bişewitînim.’ Em ditirsin. Meclîs dibe, walîtî dibe, bila vê bûyerê bi awayek rasteqîn lêkolîn bikin û berpirsyaran bigirin. Tu eleqeya gundê me bi vê bûyerê re nîne û nabe jî.”    'Bila bûyer bê lêkolînkirin'   Heyeta HDP'ê di dewama raporê de cih dan van agahiyan: “Di 6’ê tebaxê de me heyetek berfireh ava kir û em çûn gund û cihê bûyerê. Heyeta mi ji 3 wekîlan, nûner û parêzerên ÎHD û OHP’ê pêk dihatin. Ji gund du-sê kesa hatin cem me. Gotin ku neçûne cihê bûyerê û der barê bûyerê de tu zanyariyê wan tune ne. Gotin ew ji ber bûyerê gellek xemgîn in. Xwestin ku hemû aliyên bûyerê bên zelalkirin. Ji ber ku navê gundê wan di bûyerê de derbas dibe aciz in. sedema teqînê nehatiye zelalkirin û tu agahî û belge bi dest nexistine û xwest bêyî delîl bên reşkirin divê li Meclîsê komîsyonek bê avakirin. Bûyer ji aliyê kî ve hatibe kirin divê baş bê lêkolînkirin û yên bûyerê pêk anîne li ber edaletê hesab bidin. Gundî dixwazin îhmalên vê bûyerê hemû zelal bibin. Kesên me bi wan re hevdîtin kir nexwestin navê xwe bidin. Ji bilî vê yekê şêniyên gund nexwestin bi me re hevdîtin bikin û bi bahaneyên cuda xwe ji me dûr hiştin. Sedemê vê yekê jî piştî heyeta me çû lêkolînê em hîn bûn ku 7 gundiyên din binçav kirin e.    Rê ne asfat bû   Piştîre heyeta me di çavdêriya cerdevanan de bi çar wesayîtan çû cihê bûyerê. Dema heyeta me xwe gihand cihê bûyerê dît ku rê ne asfaltkiriye. Rêya ax bûye. Rêyek fetlonek û asê ye. Piştî bûyerê rê hatiye çêkirin. Wesayît ne li cihê bûyerê bûye. Lê hêj hin parçeyên wesayîtê li derdora cihê bûyerê hene. Heyeta me li cihê bûyerê lêkolîn kir, wêneyan kişandin û ji cihê bûyerê veqetiya.    Agahiyên zelal nehatin bidestxistin    Lêpirsîn bi nepenî tê kirin. Heyeta me negihîşt girtek û qeydên der barê bûyerê de. Daxwaza randevuya heyeta me ya ji bo Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatiye redkirin û bi boneya qeymeqamê navçeyê ne li cihê xwe bûye û pê re hevdîtin nekirine. Sedema teqînê nehatiye zelalkirin û tu agahî û belge bi dest nexistine.    Heyeta me metirsiya lêpirsîn bi baldarî û bandorî nayê kirin dijî. Şêniyên gund ji ber vê bûyerê bi qilqal e û bi tirs dijî. Gundî bi fikarin û bit irs dijîn ku teqînê bi wan ve girê bidin.    Ji bo hemû nakokiyên bûyerê bên zelalkirin û delil neyên reşkirin û windakirin divê Meclîs komîsyonekê ava bike.”