Destûr nayê dayîn ku mudaxele li şewatê bê kirin 2018-08-09 14:15:37   COLEMÊRG - Li çoltera navçeya Çelê du roj in şewat didome. Gundiyên xwestin biçin şewatê bivemirînin lê leşkeran destûr neda vemirandinê.    Li herêma baregeha leşkerî ya girêdayî Qereqola Cendermeyan a Karataşê ya li gundê Dizê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê du roj in daristan tên şewitandin û her ku diçe şewat berfireh dibe.    Ji ber şewatê li herêmê bê hejmar dar şewitîn û bûn xwelî. Gundiyan xwest biçin şewatê vemirînin, lê leşkeran ew asteng kirin û destûr nedan mudaxeleyî şewatê bikin. Her wiha komên agirkujiyê çûn herêma şewatê û tenê mudexeleyî şewata li derdora qereqolê kirin.