Ji rêxistin û sendîkayan ji bo TTB'ê piştgirî 2018-08-09 14:14:16   ENQERE - Rêxistinên pişeyî û nûnerên sendîkayan, têkildarî lêpirsîna îdarî ya derbarê endamên MK TTB’ê ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê hat vekirin de, daxuyanî dan û gotin: “Em piştgiriyê didin helwesta TTB’ê ya li dijî şer û bang li Wezareta Tenduristiyê dikin ku peywira xwe nebaş  bi kar neyîne.”    Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), Konfederasyona  Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB),  li dijî danekirinên endamên TTB’ê ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatin kirin, civîna çapemeniyê li derxistin. Civîn li avahiya Navenda Giştî ya TMMOB’ê pêk hat. Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz û serokê Konseya Navenda TTB’ê Sînan Adiyaman beşdarî civînê bûn.   'Wezaret dixwaze TTB'ê bê bandor bike'    Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz, daxuyanî da û wiha axivî: “Piştî  Konseya Navenda TTB’ê daxuyaniya ‘Şer pirsgirêka tenduristiya gelekê” weşand, hat hedefgirtin. Endamên TTB’ê hatin binçavkirin û berdan. Lê dûre Wezareta Tenduristiyê derbarê endamên MK’a TTB’ê lêpirsîn vekirin û zextê li wan dike. Wezareta Tenduristiyê bi van pêkanînan hewl dide TTB’ê bê bandor bike, falîyetên wan asteng bike û dibin zextan de bihêle.”   'Bila wezart peywira xwe nebaş bi kar neyne'   Koramaz, anî ziman ku ew zextên li ser TTB’ê şermezar dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em piştgiriyê didin helwesta TTB’ê ya li dijî şer û aştîxwaz û em bang li Wezareta Tenduristiyê dikin ku peywira xwe nebaş  bikar neyîne.”   Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.