Dwreya Perwerdê ya Akadimiya Şehîd Şîlan bi dawî bû 2018-08-09 12:24:47   KOBANÊ - Akademiya Şehîd Şîlan a Kongireya Star dewereya bi navê Komkujiya Kobanê ku 25'ê Hizêranê  dabû destpêkirin bi  şahiyekê bi dawî kir.   Akademiya Şehîd Şîlan a Kongereya Star li Kantona Kobanê  di 25'ê Hizêran de perwerdeyeke bi navê Komkujiya Kobanê bi tevlêbûna 27 jinan dabû destpêkirin, dewere îro bi şahiyekê hat bidawîkirin.   Şahî  bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Ayşe Efendî û Rêvebera Kongireya Star a Bajarê Kobanê Zehra Belkel axivîn û hemû kesên di perwerdê de bi ser ketin pîroz kirin û gotin ku ew hêvîdikin her jinek li ku dibe bila bibe bila tevli perwerdeyê bibe.   Piştre kesên ku tevli perwerdeyê bûn kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku di perwerdeyê de hîn bihtir xwe nas kirine. Ji jinên ku tevli perwerdeyê bûn Felek Yusuf wiha kêfxweşiya xwe anî ziman:" 45 rojên ku min di perwerdeyê de derbas kirin di jiyana min de gelek girîng bûn. Ji ber ku min kesayeta xwe bêhtir nas kir.”    Her wiha Rîma Ehme jî wiha got: " Herî zêde kêfxweşiya jinê ya di perwerdeyê de hevaltî û xwenaskirin e. Ji ber ku cara yekemîn e.  Me di perwerdeyê de naskir ku em jin xwedî îrade û tekoşîn in."   Xalîsa Hec Abdulqadir jî wiha got: "Em weke jinên ji Kobanê, kêfxweş in ku Akadimiyeke xweser bi navê Şehîd Şîlan hat vekirin ku em îro hemû jin tê de perwerde dibin."