ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-08 09:00:02   *Li Farqînê Sadiye Cesûr ya ku ji sala 2009'an ve esnafiyê dike, diyar kir ku wê dema biryar daye vî karî bike jî û di dema ku kiriye de jî rastî gelek zextan hatiye. Sadiyeyê diyar kir ku ew rastî gotinên mêran ên "ew ê kî bê ji cem te tiştekî bistîne, tu vala diçî têyî" hatiye. BI DÎMEN   *Dîlek Dayar ya li Sîrkeciyê di avahiya Postexaneya Mezin a dîrokî de  di restorasyonê de wek restorator dixebitî ji îskeleyê de ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Jinan bertek nîşanê bûyerê dan û wiha gotin: “Li Tirkiyeyê di dema OHAL’ê de kuştinên li ser kar zêde bûne . Herî kêm rojê kesek li ser kar bi mirinê re rûbirû dimîne.  Ev ne qeder, ne qeza ye. Ev kuştineke ku tedbîra wê nayê girtinê ye.”   *Seroka EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku hewl tê dayîn muxalefeta civakî ji aliyê HDP’ê ve bêdeng bikin û wiha got: “Wê hemû aliyên civakî yên ku seknek bi biryar nîşan didin, biçin hesabpirsînekê.  Em neçar in têkoşîna demokrasiyê bikin yek.” BI DÎMEN   *Parka 4'ê Nîsanê ku ji aliyê şardariya Xelfetiyê ve hat çêkirin, piştî qeyûm hat şûnde tu xizmet lê nehat kirin û terkî qedera xwe hatiye kirin. Şînahî û darên li parkê hişk bûn, peyarê jî hatin xerakirin. BI DÎMEN   *Rojnamevan Denîz Firat di êrîşa çeteyên DAIŞ ê ya kampa penaberan a Ş. Rustem Cudî-mexmurê de dema ku li ser erka xwe bu jî hêla çeteyên DAIŞÊ ve hatibû qetilkirin.  Di ser şehadeta rojnemevan Deniz Firat re çar sal derbas bûn. Remavanên jin ku piştî şehadeta Denîz Firat dest bi rojnevantîyê kirine soza ku wê bibin şopdarên Denîz Firat dan.