Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2018-08-07 10:33:01   STENBOL - Li Bagcilar mêrê bi navê Mohamad E.A. jina bi navê Hulud H. ya bi wî re zewicî qetil kir.    Li Navçeya Bagcilar a Stenbolê mêrê bi navê Mohamad E.A. yê Sûriyeyî jina bi navê Hulud H. ya bi wî re zewicî qetil kir.    Xizmên Hulud H. ev bûyer ji polîs re ragihand.    Piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenazeyê Hulud H. rakirin Morga Tipa Edlî. Hat diyarkirin ku lêgerîna derbarê kujer Mohamad E.A. jî hatiye destpêkirin.