Polîsan bi ser mala nûçegihan Rûken Demîr de girtin 2018-08-07 09:11:31   ÎZMÎR - Lî Îzmîrê polîsan serê sibehê zû bi hinceta biryara lêgerînê heye bi ser mala nûçegihan Rûken Demîr de girtin.   Li Îzmîrê polîsan berdestê sibehê bi ser mala Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr de girtin. Hat zanîn ku serdegirtin bi hinceta di çarçoveya lêpirsînek de biryara lêgerînê heye bi ser malê de girtin û polîsan dest danîn ser kompüter û hin pirtûkan. Di serdegirtinê de Rûken ne li mal bû û nêzî 2 saetan li malê lêgerîn pêk hat.