Kongreya Star, xwe amade dike ku felsefeya Abdullah Ocalan ji gel re vebêje 2018-08-07 09:09:01   Ruhenda Amed   KOBANÊ - Kongreya Star li Bakurê Sûriyeyê ji bo 2’emîn kongreya xwe amadekariyan dike û ji pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî wê pêşengiyê bike.   Kongreya Star a li Bakurê Sûriyeyê ji bo rêxistinbûna jinan xebatan dimeşîne, ji bo 2’emîn kongreya xwe amadekariyan dike. Kongreya Star bi şîara ‘Bi rihê Berxwedana Serdemê re em ê têkoşîna jinê veguherînin têkoşîna civakî’ li seranserê Bakurê Sûriyeyê xebatên xwe meşandin. Berdevka Kongreya Star a Kantona Kobanê, Zehra Berkel got biryarên ji konferansên li kantona Kobanê hatine kirin hatine girtin û pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin nirxand.   Wê bi awayê eyaletan xwe rêxistin bikin   Zehrayê diyar kir ku Kongreya Star a berê di asta kantonê de diçû rêxistinê û got bi koferansên ku nû pêkanîne re pergala xweseriyê esas girtine û rêxistin kirine. Zehrayê wiha got: “Xebatên Kongreya Star a Kantona Kobanê li ser 10 astî hatiye plankirin. Perwerde, tenduristî, aborî, parastina cewherî, PYD, Tev-Dem, ciwan, komuna jinên ciwan û xebatên meclîsê ne.”   Ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêngava nû hat destpêkirin   Zehrayê balkişand ser eleqeya li hember konferansa di rojên borî de hatine kirin û got bi taybet jinên Ereb eleqe nîşan daye û ev tişt anî ziman: “Konferans gelek rengîn û qerebalix bû.  Em kêfxweş bûn. Biryara herî girîng a konferansê ev bû ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan destpêkirina pêngavê bû. Ev biryara pêngava 3’emîn a pêngava bi şîara ‘Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ bû.  Em ê bi bernameyên girseyî pêk bînin. Em ê bi vê pêngavê re konsepta tê meşadin vala derxînin.”   ‘Wê kampanya îmzeyan bê destpêkirin’   Zehrayê her wiha daxuyakirin ku Abdullah Ocalan 20 salan li Rojava maye û ev tişt vegot: “Wê bernameyên me yên xwedîderketina li nirxên Abdullah Ocalan pêk bên. Wê çalakiyên girseyî pêk bên. Her wiha wê meş, semîner û civîn pêk bên. Em ê kampanyayek îmzeyan jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidin destpêkirn. Em ê van îmzeyan bigihînin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.”