Ciwanên HDP’ê di 11’ê Tebaxê de li Amedê tên cem hev 2018-08-07 09:04:48   AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê  ji bo ‘Şahiya Ciwanan’ a li Amedê wê pêk bê bang kirin û gotin: “Bi zanebûn pêşiya ciwanan tê girtin. Ji ber dînamîka herî xurt a civakê  ciwan in.”   Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di 11’ê Tebaxê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ‘Şahiya Ciwanan’ pêk tîne. Ciwanan ji bo tevlîbûnê bang kirin û diyar kirin ku hewl tê dayîn pêşiya ciwanan bê girtin lê ew ê tu car destûr nedin vê yekê.   Endama meclîsê Remziye Sizici destnîşan kir ku bi taybet di demên dawî de êrîş zêde bûne û got divê jin bi awayekî xurt tevlî bibin û wiha pê de çû: “Di çarçoveya OHAL’ê de li hember ciwan, jin û jinên ciwan êrîş zêde bûn. Ji her derê hewl didin pêşiya me bigirin. Em ê qada îstasyonê tije bikin û bersivek mezin bidin kesên pêşiya me digirin. Em bangn li hemû gelê xwe dikin ku bibin ronahiya hêviyê. Bi taybet em jinên ciwan divê qadê tije bikin. Em ê dirûşma xwe ya ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ bi hev re biqîrin.”   ‘Dixwazin pêşiya ciwanan bigirin’   Nerîman Akyuz bang li gelê Amedê kir ku bên Qada Îstasyonê û bi lêv kir ku dewlet bi zanebûn berê xwe dide jin û ciwanan û wiha pê de çû: “Em ê polîtîkayên li hember jin û ciwanan vala derxînin. Dixwazin li zanîngeh, lîse û qadan pêşiya ciwanan bigirin.  Bi zanebûn pêşiya wan digirin. Dînamîka herî xurt a civakê ciwan in. Ji bo em vê carek din nîşan bidin em ê di 11’ê Tebaxê de li Qada Îstasyonê bin.”