Li Kemerê şîddeta mêr: Jinek bi giranî birîndar bû 2018-08-06 11:10:33   ANTALYA - Li navçeya Kemerê mêrê bi navê K.K. jina bi navê S.A bi giranî birîndar kir.    Li navçeya Kemera Antalyayê  mêrê bi navê K.K. jina bi navê S.A bi giranî birîndar kir. Hat hînbûn ku S.A berê ji aliyê mêrê bi navê K.K hatiye tehdîtkirin û ji bo vê yekê S.A serî li jandarmayê daye û K.K gilî kiriye. S.A ya ku bi giranî birîndar bû berê sewqî Nexweşxaneya Dewletê piştre sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Antalyayê hat kirin.     Hat hînbûn ku K.K. hatiye binçavkirin.