Rewşa Arîna biçûk xerab dibe: Derman hatin birîn, nabin nexweşxaneyê 2018-08-06 09:05:25   ENQERE - Arîna 13 mehî ya nexweşa astimê ye û bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Tîpa T a hejmara 2'yan a Rihayê dimîne, rewşa wê her diçe xerab dibe. Bavê wê Mîhdî Yilmaz diyar kir ku dermanên tên dayin hatine birîn û wiha got: “Daxwaza sewqkirina nexweşxaneyê tê kirin 5 meh şûnde bersiv tê dayîn. Êdî yek salî ye. Hewcedarî bi xwarina wê heye.”   Arîna 13 mehî ya nexweşa astimê ye û bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Tîpa T a hejmara 2'yan a Rihayê dimîne, rewşa wê her diçe xerab dibe. Dayika wê Esma Yilmaz ji bo ji berdana bi kontrol fêdeyê bigire bi hevkariya parêzerên xwe serlêdan kir lê hemû serlêdanên wê hatin redkirin. Di encama zextên raya giştî û daxwaznameyên dan Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê derman ji bo Arînê dihatin dayîn lê hat hînbûn ev jî hatine birîn.   Derman dîsa birîn!   Mîhdî Yilmaz ê di 2’ê Tebaxê de çû girtîgehê diyar kir ku dermanên Arînê hatine birîn û wiha pê de çû: “ Ji ber bertekên rayagiştî Arîn dibirin revîrê. Lê  piştî demekê dîsa ev daxwaz hatine redkirin loma nexweşiya Arînê zêde bûye. Arîn rewşa wê xerab dibe û li ser daxwan dibin revîrê. Lê li revîrê jî nayê dermankirin.”   ‘Ji bo sewqkirina nexweşxaneyê hîna bersiv tune ye’   Mîhdî destnîşan kir ku herî dawî ji bo hevdîtinê çûye û bi psîkiyatrê girtîgehê re hevdîtin kiriye û ev tişt anî ziman: “Min got dermanên Arînê nayê dayin. Wan jî got çi ji destên wan tê kirin û ev têkildarî saziyê ye. Min sewqa ji bo nexweşxaneyê jî pirsî û gotin bersiv 5 meh şûnde dikare bê. Makîneya biharê ya min girtî kevn bûye. Min got divê yek nû bê girtin. Êdî ketiye yek saliya xwe. Hewcedarî bi xwedîbûnek baş heye. Şîrê dayika wê êdî têr nake.”   ‘Raporên nexweşxaneyê winda kirine’   Mîhdî di dawiya axaftina xwe de got wî raporên Arînê xwestine lê bersiva ‘rapor winda bûne’ girtiye û wiha pê de çû: “Aşiya Arînê hebû. Nexweşxaneya aşiya wê kir raporan dixwaze. Min pirsî gotin winda bûye. Rayedarekî ez di vê mijarê de biçim cem jî tune ye. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê da lê daxwaza wê hat redkirin. Rewşa Arînê her diçe xerab dibe.”