ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-06 09:00:00   *Seroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Erîfa Bekir da xuyakirin ku Heyva Sor a Ereb piştgiriya xwe ya ji bo gelê Efrînê yê ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne qut kiriye. Erîfa Bekir têkildarî mijarê de anî ziman ku ew her dem wekheviya gelan diparêzin û divê hemû kes di mijara alîkariyê de piştevaniyê bi hev re bikin.    *Li navçeya Qosera Mêrdînê yekemîn jinek karê firinê dike. Jina bi navê Yildiz Şenses anî ziman ku bi karê firinê bersiv daye hemû mêrên ku bi hişmendiya zayendperest nêzî jinan dibin.  DÎMEN HEYE   *Fatma Ocalan diyar kir ku ji bo bi birayê xwe re hevdîtinê bikin her carê serî lê didin û rastî her cureyê zehmetiyan tên û wiha got: “Rewşa tenduristiya wî çawa ye em nizanin. Em ji jiyana wî bi fikar in. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.” DÎMEN HEYE   *Arîna 13 mehî ya nexweşa astimê ye û bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Tîpa T a hejmara 2'yan a Rihayê dimîne, rewşa wê her diçe xerab dibe. Bavê wê Mîhdî Yilmaz diyar kir ku dermanên tên dayin hatine birîn û wiha got: “Daxwaza sewqkirina nexweşxaneyê tê kirin 5 meh şûnde bersiv tê dayîn. Êdî yek salî ye. Hewcedarî bi xwarina wê heye.”   *Hevberdevka Partiya Sol Gelekcek û Keskan Eylem Tuncaellî diyar kir ku bi KHK’a di çarçoveya OHAL’ê de hatiye weşandin de Saziya Sererastkirina Nukleerê hatiye avakirin û got ev li dijî ‘hiqûq, zanist û mejî ye’ û bal kişand ser tehdîda nukleerê ya li ser tenduristiya mirovan û xwezayê.   *Endama Rêveberiya MSD’ê Derya Hana, diyar kir ku hevdîtina di navbera rejîma Sûriyeyê de erênî derbas bûye û di nav daxwazên sereke de, naskirina xweseriya demokratîk a ji aliyê rejîmê ve cih girtiye. Deryayê daxuyakirin ku yên ji aloziya rejîma Sûriyeyê xwe xwedî dikin hene û wiha got: “Yekem car bi muxatabên pirsgirêkê re hevdîtin hat kirin. Me berê jî gotibû ger li Sûriyeyê çareseriyek hebe ev di nav Sûriyeyê de pêkan e.”   *Gundiyên Çaleyê yên herêma Omeryan a Nisêbînê, tevî ava kişandine mala wan, kevneşopiya xwe ya berê ya ava bîrê didomînin. DÎMEN HEYE