TOKÎ gel mexdûr dike! 2018-08-05 09:03:54   MÊRDÎN - Li Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve û piştî qedexeyê de li şûna xaniyên hatin hilweşandin, TOKÎ hatin destpêkirin û ya balkêş ev e ku hîna li TOKÎ’yan teqîn pêk tên.   Li Nisêbîn a Mêrdînê di meha hezîranê de ji qada TOKÎ hîna cenaze derketin û TOKÎ’yên salek hatine destpêkirin hîna çêkirina wan didome û hefteya borî dîsa teqînek li qadê hat jiyîn. Li taxa Firatê, di dema sererastkirina derdorê dihat kirin de teqîn pêk hat û derbarê teqînê de tu daxuyaniyek fermî nehat dayîn. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku operator bi awayekî sivik birîndar bûye û kepçe jî xesar dîtiye. Bi vî awayî gel tînin ziman ku TOKÎ wan mexdûr dike.    Ligel vê xwendekarên li taxa Dîcle û Firatê yên ketin Ezmûna Derbasbûna Lîseyê (LGS), hat hînbûn  ku ji bo piranî xwendekaran Lîseya Firat Anadolu ya çêkirina wê didome derketiye.   Dibistana ku çêkirina wê didome, nayê zanîn ku wê bigihêje dema hîndekariyê ya nû an na.