1'emîn Kongreya KPCD-Jin bi biryaran bi dawî bû 2018-08-04 18:06:45   QAMIŞLO - Yekemîn Kongreya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk –Jin a Bakurê Sûriyeyê di roja duyemîn de bi biryaran bi dawî bû.   Duh KPCD-Jin yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi tevlêbûna 350 delegeyan û mamosteyên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Azadî û bedewî bi zanista jinan dê bigihîje rastiya hevjiyana azad." dest pê kir.   Di roja yekemîn a kongreyê de, ji aliyê Koordînasyona KPC-Demokratîk Nûjin Ferhad, yek ji şahidên komkujiya Şengalê Netwî Xemgîn, ji rêveberên Kongreya Star Henîfe Mihemed û bi navê mamosteyên Şengalê Sebîhe Sebrî axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan, raporên xebata du salan hatin xwendin û nirxandin.   Di roja duyemîn de, rêziknameya komîteyê hate xwendin û gotûbêjkirin.   Biryarên ku di kongreyê de hat dayin wiha ne:   -Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk-Jin, Rêber Abdullah Ocalan weke pêşengê azadiya xwe dipejirîne; lewma jî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşe û her êrîşeke li ser Rêber Abdullah Ocalan, weke êrîşa li ser xwe dihesibîne û li dijî wan êrîşan dikeve nava çalakî û têkoşînê.   -Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk - Jin, hemû pakrewanên azadiyê wek hêz û giyana Pergala Perwerdeya Neteweya Demokratîk dipejirîne û li wan xwedîderketin û danejiyankirina wan wek erk û berpirsyariya xwe ya civakî, neteweyî, welatparêzî, exlaqî, wijdanî, mirov û mirovbûnê dibîne.   -Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk - Jin, pakrewana berxwedana Kobanê pakrewan Viyan Amara wek sembol û pêşenga avakirina pergala perwerdeya civaka Demokratîk dipejirîne û pîvanên wê yên welatparêzî, kedkariya wê ya zimanê Kurdî û fedakariyên wê yên li dijî dagirkerî, bişaftin û xwebişaftinê di hemû xebat û têkoşîna xwe de pîvan digire.   -Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk - Jin, ji bo bilindkirina asta mamosteyên jin di hemû waran de(çandî, bîrdozî, pedekojî,  siyasî, felsefî, zanistî..) zanista jin (jineolojî)  esas digire.   -Pirensîbên jin di rêveberiyê de li dijî bêdadî û bêmafiyan werin tekezkirin û bibe cihê biryarê.   -His¸mendiya damezrandina rizgariya demokratîk û jiyana azad ji bo zarok û nifişên nû pês¸ve dibe, bi hêzdike û pês¸engtiya çalakî û rêxistinkirina wan dike.   -Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk - jin, ji bo bilindkirina asta tevahî mamosteyên jin û pêşxistina wan pergala perwerdeya ku avakirina mirov û civakek xwe dispêre hêza xwe ya cehwerî, ji xwe û civakê bawer, xwe aniye rewşa hêza çareseriyê, di bin her s¸ert û mercî de serkeftinê qezenc dike, di biranş û pedekojiyê de serwext be, ji jiyanê cos¸ û kelecanek mezin digire, pêşkêş dike.   -Ji bo ku jin rastiya xwe nas bike û wate bide cewherê xwe. Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk -Jin li hemberî desthilatdariya dewleta netew û cinsiyetperestî bi zanista jinê  têkoşîn dike. Ji bo wê jî, ji derbaskirina zanista jin (jineolojî) di dibistanên amadehî de berpirsiyar e.    -Kongreya Perwerdeya Civaka Dmokratîk- Jin, ji bo pêşxistina bexçeyên zarokan û li gorî derfetan avakirina pêxçeyên nû li hemû bajaran armanc dike.   -Vekirina perwerdeyên vekirî ji bo mamosteyên dayîk.   Axaftina dawî ya kongrê ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya kantona Cizîrê Semîra Hac Elî ve hate kirin. Semîra Hac Elî spasiya kesên ku beşdarî kongre bûne kir û hêvî kir ku encamaên kongre bibe gaveke ber bi pêştina perwerdeyê li Bakurê Sûriyeyê.