Kevirên xwezayî şifayê belav dikin 2018-08-04 09:06:14   WAN - Kevirên xwezayî bi taybetmendî û xwezayiya xwe şifayê belav dikin. Ev kevirana ji bo tendûristî û pirsgirêkên derûnî yek bi yek derman e.    Ji berê heta niha kevir û belûrên ku di nav veqetendakan de tên bikaranîn bi rengên xwe yên geş bala mirovan dikşîne. Di heman demê de tê gotin ku ev kevir û belûr ji bo çareserkirina pirsgirêkên derûnî û laşê mirov jî şifa ye. Her wiha mirov dikare li gorî bircên mirovî jî kevir peyda bike.    Di  tendûristiyê de jî kevirên şifayî her tim bûne mijara nîqaşê. Gelek sihiye  keviran di çareserkirina pirsgirîkên mirovanî wekî çareyê dibîne. Bêgûman li her veqetandekî û zêrîngeran de  kevirên wekî derman cih digirin. Li  Bazara Rûsan a Wane ji her cûreyekî û ji her wateyekî kevirên şifayî cih digirin. Her kevirek xwedî wate û girîngiyakê ye. Di cîhanê de 46 kevirên xwezayî hene. Kevirên ku herî zêde di nav veqetandekên jinan de tên bikaranîn di heman demê de eleqeyeke mezin jî dibînin.    Ji van keviran herî zêde kevira Kehrîbar, Amazonit, Mercan, Elmas, Ametist,Încî, Akuamarîn, Zûmrût û Yeşîm tên tercîhkirin. Tê gotin ku ev kevire mirovan ji neyîniyê dûr dixe û di heman demê de jî ji bo hêstên  mirovan jî tiştê ku herî baş tê ye.    Kevirê Kehrîbar: Ji bo pirzikên ku di rûyê mirov de derdikeve, ji nexweşiyên rû re derman e. Ji bo nexweşiya Guatir bronşit û Romatîzmayê jî derman e. Ji ber germahiya ku belav dike  pêşiya enfeksiyonê digire. Ev kevir li welatê Polonyayê tê hilberîn û tê gotin ku kevirên Kehrîbar ji darên ku 40 mîlyon berê de  bûne fosîl û kevirê Kehrîbar ji van tê afirandin û  ev kevir  bi metreyan ji bin erdê tê peydakirin.    Amazonît:Ji bo nexweşiyên  mejî baş e. Ji janê laşî re baş e û di gavê de janê dide sekinandin. Ji pirsgirêkên giyanî re dibe sûd û mirov bi giyanî bi hêz dibe. Hem ji bo tendûristiya mirov hem jî ji bo hêstên mirov baş tê.    Mercan:Ji bo nexweşiya tansiyonê derman e. Dewlemendiya Kalsiyomê ye. Hêzê dide dilê mirov. Ji bo kêmxwînê baş e. Di heman demê de ji bo hezkirina bi mirovan û hogirtiya mirovan re baş e.    Încî:Ji bo êşa hestiyên laş û êşa serî, mîgrenê re  baş e. Ava Înciyê jî ji bo nexweşiya mîde, fatreşkê  û rûviyên mirov baş e. Di heman demê de aramiyê dide mirov û ji bo pirsgirêkên mirovan çare ye.    Yeşîm: Bi taybetî ji bo  gurçîkên mirovan kevirê herî baş e. 20 deqeyên berî razandinê mirov bi kar bîne baş e. Hêstên edelet û aramiya mirov hêztir dikin. Kevirê bereketê ye.