'Em tu carî serî natewînin' 2018-08-03 16:19:21   Nesrin Hisen/Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Do bi boneya 4'emîn salvegera Komkujiya Şengalê şev saat 21:00 de Ciwanên Şengalê yên Êzîdxanê li Çiyayê Çilmiranê kom bûn. Meşa bi meşaleyê hat lidarxistin.    Do bi boneya 4'emîn salvegera Komkujiya Şengalê şev saat 21:00 de Ciwanên Şengalê yên Êzîdxanê li Çiyayê Çilmiranê kom bûn. Meşa bi meşaleyê hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyanî ji aliyê Ciwanên Êzîdxanê hat xwendin. Piştî daxuyaniyê derbarê salvegera fermanê de sînevîzyon hat temaşekirin. Ciwanên Êzîdxanê heta sibehê li wargehên cangoriyan man. Piştrre ciwanan ji bo tevlî meşa girseyî bibin berê xwe dan Şaredariya Serdeştê.   Jina bi navê Evîn Mirad ku ew jî beşdarî meşê bû got:"Divê em tu carî komkujiya Şengalê ji bîr nekin û xwe bi rêxistin bikin û hîn bi hêztir bibin. Ji bo careke din fermanên li ser Êzidiyan dubare nebe gerek em bibin yek û têkoşîna xwe bilindtir bikin."   'Em tu carî serî natewînin'   Jina bi navê Rahşan Zagros a ku beşdarî meşê bû jî wiha got:"Em ê bi yek dengî û bi yek rihî tev bigerin û bi hêztir bibin. Em tu carî serî natewînin û em ê têbikoşin."