Di salvegera komkujiya Şengalê de Meclîsa Giştî ya Şengalê hat îlankirin 2018-08-03 14:38:42   ŞENGAL - Êzidiyên ku 4 sal berê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve ji qirkirinê derbas bûn di 4'emîn salvegera komkujiya Şengalê de Meclîsa Giştî ya Şengalê îlan kirin.     Çeteyên DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir. Di 4'emîn salvegera komkujiya Şengalê de Endamên Yekîtîya Cîwanên Êzidî (YCÊ) bi meşaleyan li Çiyayê Şengalê meş li dar xistin.     Ciwanên Êzidî alên YBŞ û YJŞ hilgirtin û herêma Amûdê ber bi Kampa Serdeştê meşiyan û dirûşmeyên xwe berz kirin.    Ciwanên Êzidî çûn serdena Şehîtgeha Şengalê û piştre gihaştin Serdeştê. Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Endamên Meclîsa Şengalê, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, heyetên Suryanî û Asûrî yên ku ji Bakurê Sûriyeyê hatibûn beşdarî çalakiyê bûn.    Yên ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûn di pêşiyê de meşiyan    Girseya ku kom bûbûn parnkartên "Em ê fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ji bîr nekin", "Bi rêxistin û serhildana ciwanên Êzidî em ê tola fermanê hilînin" hat hilgirtin û kesên ku ji komkujiyê rizgar bûn û xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, di pêşêyê de meşiyan.   Di serdema meşê de ewlehiya girseyê ji aliyê Hêzên Asayişê YBŞ û YJŞ'ê hat parastin. Di meşê de tililî û dirûşmên Êzidiyan bi dawî nebû.    Bertek nîşanî KDP'ê dan   Di meşê de wêneyên jin û zarokên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Her wiha posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di meşê de hat hilgirtin. Di meşê de Êzidiyan bertekên xwe bi dirûşmên "Bimre îxanet" nîşanî KDP'ê dan. Her wiha di meşê de dirûşma "Bijî Serok Apo" jî hat berzkirin.    Bi gihaştina hinda Meclîsa Xweseriyê ya Demokratîk a Şengalê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê PADÊ axaftin hat kirin. Di axaftinê de hat gotin ku êdî Êzidî azad in û dikarin bi aliyê din bi awayekî azad bijîn.    Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî li ser navê KCD, DBP, HDP'ê axivî û got:"Êzidî ne tenê ne. Her çar parçeyên Kurdistanê bi Êzidiyan re ye. Em ê tu carî vê hovîtiya DAÎŞ'ê ji bîr nekin û ji bo Êzidiyên di destên DAÎŞ'ê de ne em rizgar bikin em têkoşîna xwe bidomînin."   Piştre nûnera Kongereya Starê axivî.    Piştî axaftinan Meclîsa Şengalê ya ku ji nûnerên Êzidî, Suryanî, Asûrî, Keldanî, Erebên Şîî pêk tê, hat avakirin.