ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-08-03 09:00:00   *Li Xwaringeha Avestayê ya ku ji aliyê Komisyona Jinê ya Şaredariya Qamişloyê hatiye avakirin, jin bi dilekî germ bi çêja destên xwe xwaringehê bi rê ve dibin. Jinên ku li xwaringehê dixebitin dibêjin:"Bi reng û hêza jinê aboriya civakê geştir dibe."   *Li Girtîgehên Tirkiyeyê êrîş, zext û binpêkirina mafê mirovan her roj zêde dibe. Ji hevdîtinan heya ku çûyina girtîgehan malbat bi îşkenceyeke mezin re rû bi rû dimînin. Dayika Meryem a ku 3 girtiyê wê hene ji ber ku derfetên wê tune ne ji salê carekê diçe hevdîtina kur û nevîyên xwe. Meryemê diyar kir ku hikûmet bi van pêkûtiyan dixwaze zarokan bidin jibîrkirin.DÎMEN HEYE   *Li Hezex a ku germahî gihaştiye 45 dereceyî, 15 rojan av nedan taxan. Şêniyên taxê diyar kirin ku her sal bi heman hincetan av tê birîn û gotin ava ku du roj berê hatiye berdan dîsa bê birîn ew ê bimeşin şaredariyê.DÎMEN HEYE   *Jinên ku bi KHK’yan hewl tê dayin ku hepsê malê bê kirin, alternatîfên xwe diafirînin û di jiyana xebatê de têkoşîna hebûnê didin. Leyla Sezer jî bi komek hevalê xwe re li dijî zîhniyeta ‘hûn ji kar hatin avêtin li mala xwe rûnin’ bêdeng neman û niha yekane dikana kulîlkan a jinan a Rihayê didin xebitandin.DÎMEN HEYE   *Dr. Gaye Yilmaz piştî ku dolar derket 4.99 TL’yî daneyên aborî nirxand û got bi ketina nota krediyê ya Tirkiyeyê re wê betalî zêde bibe û enflasyon jî bilind bibe.   *Kesê bi navê Tekîn Gulaçti ku du heb jê zarok îstismara zayendî li 3 xwişkan kir, derbarê wî de doz hatibû vekirin û doza wî dîsa hat taloqkirin. Aktîvîst Songul Ozunver wiha got: “Di serî parêzerên baro û yên dildar, saziyên jinan û hemû raya giştî, em bang li hemûyan dikin. Divê em destûrê nedin beratkirina gumanbarê îstîsmarê. Ez bang li hemû kesî dikim ku tevlî rûniştina di 19’ê Îlonê de ew ê bê dîtin bibin.DÎMEN HEYE