'Heta Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin' 2018-08-01 14:39:26   Stêrvan Bêrîtan   QAMIŞLO - 1'emîn Konferansa Kongreya Star a bi dirûşma "Em ê bi rihê berxwedana serdemê şoreşa jinê civakî bikin"  li Qamişloyê pêk hat bi dawî bû. Derbarê biryar û encama konferansê de Endama Rêvebertiya Kongreya Starê ya Beşa Abdoriyê Delal Qamişlo anî ziman ku ev konferansa dê rê li çalakbûyin û rêxistinbûyina jinê û civakê bike.    1'emîn Konferansa Kongreya Star a bi dirûşma "Em ê bi rihê berxwedana serdemê şoreşa jinê civakî bikin"  li Qamişloyê pêk hat bi dawî bû. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêk hat. Di konferansê de plansaziya 2 salan hat amadekirin û biryar hatin girtin. Konferansa Kongreya Star di nav delegeyan de kelecanek mezin da avakirin. Di konferansê de xebatên du salan hatin nîqaşkirin. Mijarên ku hatin nîqaşkirin piraniya wan li ser çareserkirina pirsgirêkên ku di nav du salan de bûne asteng bûn û ji bo çareseriyê pêşniyariyên girîng hatin kirin. Jinan di konferansê de bal kişandin ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin:"Heta Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin."   Derbarê biryar û encama konferansê de Endama Rêvebertiya Kongreya Starê ya Beşa Abdoriyê Delal Qamişlo axivî û got:"Di konferansê de tişta ku jê derketin pêş yek ev bû ku jin bi reng û fikrên xwe yên cuda beşdarî konferansê bûn û pêşniyariyê xwe kirin. Jinên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî konferansê bûn fikrên xwe anîn ziman û hemûyan azadiya Rêber Apo xwestin û gotin ku 'Heta Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin'. Armanca me yek jê ew e ku em yekîtiyê ava bikin û di nava vê yekîtiyê de xizmetên xwe yên ji bo civakek azad û aram dewam bikin."